Li Amedê wê mitînga ‘Ji mirina karkeran re na’ bê lidarxistin
16:14
JINHA
AMED - Sibê di pêşengtiya TMMOB, KESK û DÎSK'ê de bi dûrişmeya ‘Ji mirina karkeran û ji taşeroniyê re na’ li Meydana Îstesyonê wê çalakî were li darxistin.
Li Amedê sibê di pêşengtiya Hevgirtina Odeya Mîmarên Endezyar yên Tirkiyê (TMMOB), Sendîkayên Kedkaran (KESK) û Komeleya Karkerên Şoreşger(DÎSK) ê de wê çalakiya bi dûrişma "Ji mirina karkeran û ji teşeroniyê re na" were li darxistin. Bi tevlîbûna Hevserokê DÎSK'ê Kanî Besko, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak û Hevseroka giştî ya KESK'ê Şaziye Kose wê beştarî çalakiyê bibin. Çalakî sibê di seat 12.00'de li Meydana Îstasyonê wê pêk were. Çalakî wê bi amede kirina sitranên Koma Mûzîkê ya Dîcle û Firatê bi dawî bê.
(rt/zt)
