Şandeya jinan çû Qendîlê

16:23

JINHA


QENDÎL - Şandeya ku ji parlamenter û aktivîstên jin pêkdihat bi wesîleya 36. Salvegera PKK’ê serdana Komela Jinên Kurdistan (KJK) ê kir.


Şanda jinan ya ku dinav de parlamenter, saziyên jin yên girêdayî YNK, guruba Jiyan, Tevgera Goran, Rejak û Tevgera Azad pêkdihat bi minasebeta 36. Salvegera Partiya Karkerên Kurdistan serdana Qendîl kirin. Şanda ku duh çûyî çiyayê Qendîlê ji aliyê endama kordînasyona KJB’ê Roza Pinar, Besê Erzîncan, endama Konseya Rêveber a KCK’ê Zaxo Zagros, endama Kordînasyona PAJK’ê Emine Erciyeş û gelek gerîlayan ve hat pêşwazîkirin. 


‘Cîhgirtina gerilla û pêşmergeyan di heman çeperan de nîşana azadiyê ye’


Endama kordînasyona KJK’ê Roza Pinar xêrhatina şandê kir û da diyarkirin ku wê yekitiya netewî ya kurd bi saya berxwedana jinan pêşbikeve û divê jin berxwedanek hevpar bi rêve bibin.Herwiha Roza di axaftinên xwe de behsa berxwedana 40 salan ya PKK’ê kir û wiha got: “Îro gerîla û pêşmerge di heman çeperê de li hember çeteyên DAIŞ şer dikin. Ev nişana azadiya gele Kurde, em sersaxiyê ji malbatên şehîdên li Celewla û Seidiyê re dixwazin. Emê wekî jinên Kurd û Kurdistanê ji bo bicih anîna xeyalên şehîdan berxwedana xwe heya dawî bilind bikin û soza xwe ji bo şehîdan dubare dikin.”


Ji şandê aktivîsta jin Helale Rafee jî balkêşa li ser yekitiya netewî û wiha axivî: “Çawa ku çeteyên DAIŞ ji netewên cûda tên û li ser navê cîhadê tevlîbun ji wan re çêdibe. Divê em jî hem dinava xwe de hem jî di nava cîhanê de kesên ku azadiyê dixwazin hevbigrin û dengê xwe bilind bikin.”


Piştî axaftinan şanda jinan serdana goristana Mehmet Karasungur ya li Qendîlê kir. Gerîlayên jin parêznameya rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan diyariya jinan kir. Piştî serdana goristanê şanda jinan vegeriya Silêmaniyê.


(zt)