Li Kobanê şerê pir dijwar!
08:59
Mijdar
29
/ 2014
JINHA
KOBANÊ - Çeteyên DAIŞ’ê ji her sê eniyan ve bi dijwarî êrîşî bajarê Kobanê dike.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, ji saet 05:00’ê vê sibehê ve çeteyên DAIŞ’ê ji eniyên başûr, rojava û rojhilatê Kobanê ve careke din dest bi êrîşê kirin.
Hat ragihand ku vê gavê li her sê eniyan jî di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûn ên pir dijwar rû didin û der barê pevçûnan de agahiyên zelal nayên bidestxistin.
(zt)

