Şervanên YPJ'ê: Em li hember pergala koletiyê şer dikin

09:22

 


Asiye Tekin/JINHA


QAMIŞLO – Şervanên YPJ’ê yên li hember çeteyên DAIŞ’ê berxwedanek destanî didin meşandin ji bo hemû jinên cîhanê bûne hêviya azadiyê. Şervanên YPJ’ê diyar kirin ku w eli hember pergala koletiyê şer dikin û gotin: “Arîn Mîrxan ya kul i hember êrîşên dijmin vînek bê eman nîşan dayî jinek bû û li hemberî dijmin bû vînek. Ew ji bo naskirina nasnameya hemû jinan bû sembolek.”


Li tevahiya dunyayê pirsgirêkên jinan û pergala deshilatiya mêran ser jinan serwere. Di Rojhilata Navîn de pergala kolekirina jinan hîna berdewam dike. Li aliyê dinê çeteyên DAIŞ’ê dixwazin vê koletiya jinan zêdetir kur bikin û jinan zêdetir bixin. Li ber çavê tevayî dunyayê bi navê YPJ’ê hêza jinan derket holê û tayîbetî jî ji bo jinên Rojhilata Navîn bûn hêviya azadiyê. Din ava pergalek wiha ya koletiyê de YPJ bû sîmgeya lêgerîna azadiyê ji bo tevayî jinan. Jinên ku beşdarî YPJ’ê bûne dan zanîn ku we dixwazin pergalek ya vîna jinan bihêz kirinê derxînin.


‘Em li hemberî pergala koletiyê şer dikin’


Ji Şervanên YPJ’ê Nûgulda Qamişlo anî ziman ku ji bo şikandina pergala koletiyê ya ku bi hişmendiya mêr hatî avakirin ew beşdarî nava YPJ’ê bûye û wiha domend: “Em weke şervanên YPJ’ê li hemberî civaka ket, pergala hişmendiya mêr û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şer dikin. Divê mêr jî rabin li hemberî civaka ketî şer bikin. Bi tayîbetî jî dijmin êrîşî çeperên ku jin têdene dikin. Dixwazin jinan bi dest bigirin bi bedena wan bilîzin û jina kole ya li gorî xwe avabikin. Em li hemberî van rewşan derketin û em ji bo dawîkirina vê jişmendiyê şer dikin.”


‘Şideta ser jinan sedema tekoşîna meye’


Şervana YPJ’ê Zîlan Efrîn jî anî ziman ku berdewam kirina şideta ser jinan sedema bilindkirina tekoşîna wane û wiha berdewam kir: “Armanca me ya bingehîn li hemberî şidetê şer kirine. Hem jî em dixwazin vê tekoşîna xwe vegerî nin şoreşa ramanî. Li ser erdnîgariya dayîka me jin rastî êrîşan tên. Heta di dema êrîşan de şer de hevalên me yên jin rastî êrîşan hatine. Em weke YPJ li hemberî pergalê û van êrîşan derdikevin. Em jin di çeperên herî pêş de şer dikin. Em dema ku şer dikin hevalên mêr nagirin gel xwe. Dema ku dijmin vê vînê dibîne ditirse. Li Kobanê hevala me Arîn Mîrxan li hemberî dijmin vînek bê eman nîşan da. Ew jinek bû û li hember dijmin bû vînek. Ji bo ku hemû mirovahî nasnameya jinan nasbike hevala me Arîn Mîrxan bû sembolek.”


‘YPJ’ê b imin re lêgera azadiyê çêkir’


Şervana YPJ’ê Sara Dersim jî bilêv kir ku ew li hemberî hişmendiya deshilatiya mêran hatiye başdarî nava refên YPJ’ê bûye û wiha dom kir: “Berî ku ez beşdarî nava refên YPJ’ê bibim min tundî û bêmafiya ser jinan didît. Di serî de diya min din ava civakê de gelek jin rastî şidetê tên. YPJ’ê d imin de lêgera azadiyê çêkir. Em weke YPJ mafê jinan û welatê xwe diparêzin. Dema ku em vê dikin, em li hemberî pergalê şerdikin. Em jin êdî di şer de alîne. Hem de em ne eke ek hîmên bingehînin. Em di ferqêdene bi vî awayî hişmendiya vîna jinan bihêz dikin.”


 (zt)