Delegeya Bakûr Havva Kiran: Bila jinên kurd bêdeng nemînin
12:47
Hazal PEKER-Hangül OZBEY - JINHA
HEWLÊR – Delegeya Bakûr Havva Kiran ku di 2’yemîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd de axivî, xwest ku jinên kurd êşa hevdu hîs bikin û got “Îro li welatê me zarokên me bi kîmyasalan tên kuştin. Divê jinên li çar parçeyên Kurdistanê, li hemberî vê bêdeng dimînin.”
2’yemîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd ku duh destpê kir, bi mijara ‘Li her parçeyek Kurdistanê rewşa jinên kurd, pirsgirêkên azadiyê û rêyên çareseriyê’ didome. Delegeya Bakûr Havva Kiran ku nêrînên xwe anîn ziman, got “Li ser navê Dayikên Aştiyê yên li Amedê, bi navê Zîlanan, Bêrîtanan, we slav dikim.” Dayîka Havva diyar kir ku jin îro li bajarê Hewlêrê yekîtiya xwe bi hev re parve dikin û wiha got: “Lê 15 jinên gerîla, şehîd ketin, lê nehatin bibîranîn. Îro ew zarokên me ji bo azadiya jinê canê xwe feda kirin. Îro li welatê me zarokên me bi kîmyasalan tên kuştin, lê yek behsa wan nake. Dayikên 70 salî ji aliyê Rejima Erdogan ve tên girtin. Ji emrê wan bêtir ceza li wan tê birîn. Lê jinên li vir îro wan naynin ziman. Yek ji wan bigota ev êşa me ye jî, em ê pir kêfxweş bibûna. Kesek negot ev salek e serokê kurdê bakur di bin rejima Tirkiyê de ye, parêzerên wî tên girtin, mirov li wî xwedî derdikevin, zarokên me xwe ji bo wî feda dikin, lê kesî negot.”
Wêne - Kamera: Hazal PEKER - Hangül OZBEY
(ho/hp)

