Jina din ava çar dîwaran de bi pênûsa xwe têdikoşe: Rojbîn Perişan

11:35

 


Berîtan Elyakut /JINHA


AMED – Rojbîn Perîşan ya k udi sala 1991’an de berşdarî nava refên PKK’ê bûye, di sala 1992’an de hatiye girtin û cezayê muebetê kirtiye. Rojbîn bi cezayê ku girtiye razînebûye û her dem din ava jinên serhildêr de cîh girtiye. Rojbîn tekoşîna xwe bi rêya nivîsîna çîrok û romanan berdewam dike. Di pêvajoya dîlgirtinê de Rojbîn pirtûkek ya çîrokan û du pirtûkên romanan nivisiye. Li gel xebatên nivîsînê di heman demê de wênevaniyê jî dike. Hemû xebata ku dike pêşkêşî hevalên xwe yên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dike.


Rojbîn Perîşan çespandina wêye ku dîroka PKK’ê netenê dîroka şere, di heman demê de dîroka jinan, çand, wêje, berxwedan û serketinêye. Rojbîn Perîşan di sala 1973’an de li navçeya Lîcê ya Amedê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn li Amedê qedand. Rojbîn di sala 1991’an de Fakulteya Sêrtê ya Zanîngeha Dîcleyê qazanc dike û li Sêrtê dest bi xwendinê dike. Di Newroza sala 1991’an de biryara ji bo demokrasiyê tekoşîn dayînê dide û beşdarî nava refên PKK’ê dibe. Rojbîn di cotmeha sala 1992’an de tê girtin û cezayê muebetê digire. Rojbîn di girtîgehê de giraniyê dide nivîsîna çîrok û romanan. Di pêşbaziyên çîrok û helbestan yên Huseyîn Çelebî û Îsmet Baycan de bûye yekem. Ji derveyî van jî pirtûkên Rojbîn yên weke pirtûka çîrokan ya bi navê “Saçlar ve Golgeler” û romana bi navê “Gozyaşimin agidiydi seni beklemek”


Romana ‘Bakir sesli kadinlar’ jî gihişt ber destê xwendekarên xwe


Rojbîn ya ku cezayê muebetê girtiye lig elek girtîgehan maye. Di di girtîgehê de jî bê navber nivîsên xwe berdewam kiriye. Romana wê ya dawiyê “Bakir sesli kadinlar” jî nû gihişt ber destê xwendekarên xwe. Di pêvajoya Rojbîn di girtîgehê de li gel nivîsê wênevanî jî berdewam kiriye. Heya niha Rojbîn gelek tebloyên wêneyan jî xêz kiriye. Din ava tabloyên xêz kirî de portreya Zeynep Kinaci (Zîlan) ya k udi 30’ê Hezîrana sala 1996’an de li Dêrsimê çalakiya fedayî pêk aniyî jî heye. Dema ku Rojbîn xwest portreya Zeynep bide ji derve lê îdareya girtîgehê pirsgirêk derxist, portre dayîna ji derve weke metirsiyekê dît û destur neda.


‘Hevalên şoreşê ji her tuştî zêdetir balkêşin’


Rojbîn di pirtûkê de wiha xwe dide nasîn: “Di salên 90’î de dema kum in di rêwîtiya azadiyê de gav avêt, wê demê tekoşînê demên xweyên herî dijwar jiyan dikir. Di perwerda me de waneyên Vietnam, Kuba û Angola hebûn. Ji van îlham girtinê me berdewam dikir. Hevaltiya şoreşê ji her tuştî bû û ji her tuştî balkêştirbû.” Rojbîn xwe weke nifşê salên 90’ê binavdike û wiha dibêje: “Di despêka agirê şoreşê de jiyan kirin û piştî şoreşê xeyal kirin. Carnan van xeyalên xwe bi kenîn anîna ziman. Zaroktiya xwe parastin, qurtek av û parçeyek nan parkirin û bi heskirina welat çuyîna mirinê.”


‘Qehremanên bê tirs diçun mirinê nayên jibîr kirin’


Rojbîn aniye ziman ku her kesê başdarî nava refên PKK’ê bûye xwediyê çîrokek cudaye û wiha didomîne: “Her yek ji gund, navçe û bajarek cuda hatine. Her yek ji gelê ku koka xwe ji çiyayan têne û bi vînek wiha tuştek ji canê xwe giranbûhatir nedîtine wî canê xwe pêşkêş kirine û hatine beşdar bûne. Nifşek yê jiyana azad û xweşikbûna wê dizanin hatiye avakirin. Gelek ji wan jî valetiyek mezin li peyî xwe hêlane û çune tevlî bêdawîbûnê bûne.”


‘Di girtîgehê de bûm şahidê berxwedêrên bi vîn’


Rojbîn bilêv kir k udi nava çar dîwaran de ew bi vînek mezin têdikoşin û wiha dibêje: “Her wiha di girtîgehê de ez bûm şahidê qetilkirina hevalên ku bi vînek mezin tekoşîn dikirin û welat parêzên ku bi heskirina welat li ber xwe didan.” Rojbîn hemû xebatên xwe atfî hevalên xwe yên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dike û wiha dibêje: “Şehîdên girtîgehêne yên dîwar derbaskirine û azadbûne. Xebata min jî di sêgoşeyek ya êş, bendêmayîn, hêvî û bêrîkirinan deye. Yên ev vegerandine hewayek yê berxwedanê û di zanabûna wêdenin dayîkên kurdin.”


Rojbîn Perîşan berxwedana xwe di Girtîgeha Tîpa M ya Jinan ya Sergirtî a Gebzê de berdewam dike.


 (zt)