Li Bartinê îdîayê ku jinekê întîhar kiriye

11:45

JINHA


BARTIN - Îdîaya ku dayika 2 zarokan Fatma Saraç li mala xwe întîhar kiriye. Hat zanîn ku Fatma li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye û di derbarê bûyerê de lêkolîn  despêkiriye.


Li gundê Ecîkler ya girêdayî Navenda bajarê Bartinê hat îdîa kirin ku, dayika 2 zarokan Fatma Saraç ji ber qeyarana ku jiyan dikir, li mala xwe bi benê xwe bi darvekirî û întîhar kir. Li gorî agahiyan, pitî bûyera ku duh di saetên nîvro de pêkhatiye, li ser agahdarkirina xizmên wê, ekîbên tendûristî û leşker hatin cihê bûyerê. Li ser qontrola despêk ya ekîbên tendûristî hate diyar kirin Fatma jiyana xwe ji dest daye û piştî lêkolînê cenazeyê Fatma ji bo otopsiyê rakirin Morga Naxweşxana Dewletê ya Bartinê.


Di derbarê bûyerê de lêkolîn hate despêkirin.


(rt/zt)