Bi hezaran welatî ber bi sînor ve diherikin

13:27

JINHA


RIHA – Çeteyên DAIŞ'ê serê sibê êrîşî Kobanê kirin û piştî vê êrîşê bi hezaran welatî bi berzkirina dirûşman ber bi sînorê Kobanê Pirsûsê ve bi rê ketin.

Çeteyên DAIŞ'ê di seatên serê sibê de ji aliyê bakur, başûr û rojhilat ve dest bi êrîşî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê kirin. Piştî şer li ber deriyê sÎnor dijwar bû û welatiyên ku ev agahî wergirtin li wesayîtan siwar bûn û ber bi sînor ve diçin. Welatî posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hilgirtin û bi dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana YPG'ê", "Bijî berxwedana YPJ'ê" û "Bijî Serok Apo" çûn gundê Mehserê ku lê nobeta berxwedanê tê girtin. Bi hezaran welatî li ser sînor bi berzkirina dirûşman piştgiriyê didin berxwedana YPG/YPJ'ê.

(zt)