‘Em li benda daxuyaniya hikûmet û Serfermandariya Giştî ne’
15:03
JINHA
RIHA – Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan diyar kir ku ew têkîldarî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li benda daxuyaniya Hikûmeta AKP’ê û Serfermandiya Giştî ne. Îbrahîm anî ziman ku Waliyê Rihayê Îzzettîn Kuçuk êrîşên DAIŞ’ê yên ji Tirkiyeyê piştrast kiriye û wiha berdewam kir: “Bikaranîna çeteyên DAIŞ’ê ya axa Tirkiyeyê rewşeke wahîm e. Êrîşa wan a li vir divê bi awayeke cidî bê destgirtin.”
Wesayîteke bombe barkirî ya çeteyên DAIŞ’ê serê sibehê piştî ku ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê kete Kobanê teqiya. Jibilî vê çeteyên DAIŞ’ê ji ji TMO’ya li deriyê sînor êrîşî Kobanê kirin. Piştî êrîşan pevçûnên dijwar dest pê kir û di vê navberê de Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan bi Waliyê Rihayê Îzettîn Kuçuk re hevdîtin pêk anî, Kuçuk ev yek piştrast kir. Îbrahîm têkîldarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku divê hikûmet der barê mijarê de daxuyaniyê bide û bi awayeke zelal nîşan bide.
Îbrahîm wiha axivî: “Ji Deriyê Sînor a Murşîtpinarê çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş pêk anîn. Ev êrîş ji aliyê sînor ê Tirkiyeyê pêk tên. Li ser vê yekê me bi Waliyê Rihayê Îzettîn Kuçuk re li qaymeqamiyê me hevdîtin pêk anî, min rewş jê re vegot. Di hevdîtina me ya piştre pêk hat de ev yek piştrast kirin. Hêzên li Kobanê jî xwe ji êrîşên ji axa Tirkiyeyê tên kirin diparêzin ji ber vê yekê pevçûn dest pê kir û hê jî didome.”
‘Piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ’ê hate piştrastkirin’
Îbrahîm bilêv kir ku der barê mijara ku Tirkiye alîkariyê dide çeteyên DAIŞ’ê îdia hebûn û bi bûyera serê sibehê ve jî ev îdia hatin piştrastkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku ji Tirkiyeyê piştgiriyê digirin gelek îdiayên cidî hebûn êrîşên ku serê sibehê hatin kirin jî ev yek piştrast kir. Em di vê mijarê de li benda daxuyaniya Hikûmet û Serfermandariya Gişti ne.”
Îbrahîm anî ziman ku têkîldarî mijara ku Tirkiye li gorî quralên angajmanê bersiv dide yan nade de daxuyanî nehatine dayîn û gotinên xwe wiha domand: “Bi taybetî jî bi vî rengî bikaranîna axa Tirkiyeyê gavên ku tên avêtin hene û divê li gorî quralên angajmanê tevbigerin. Quralên angajmanê pêk tên yan na, gav hate avêtin yan na, divê hikûmet di vê mijarê re daxuyanî bide. Bi vê rengî bikaranîna axa Tirkiyeyê ji aliyê çeteyan ve divê bi aweyeke cidî bê destgirtin.”
‘Enqere jî di bin tehdîdê de ye’
Îbrahîm diyar kir ku Riha di bin xetereyeke cidî de ye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Di vê rewşê de Enqere jî di bin xetereyê de ye. Pirsûs, Riha, Dîlok, Amed, Hatay heta Enqere jî di bin tehdîdê de ye. Tenê ne Pirsûs hemû der di bin tehdîdê de ye. Divê hikûmet di vê xalê de helwesta xwe bi aweyeke zelal nîşan bide. Di tabloyeke bi vî rengî de li Tirkiyeyê aştî û aramî dê nemîne. Di vê mijarê de divê hem gav bên avêtin hem jî daxuyanî bê dayîn.”
(zt)

