‘Em bang li gelê xwe dikin ku bo piştevaniya Kobanê werin Pîrsûsê’

16:24

JINHA


AMED - Hevseroka giştî a Navenda BDP'ê ya Amedê Hafîze Îpek ji ber êrîşa  sibê ya çeteyên DAIŞ'ê  li deriyê sînor ê Mûrşîtpinarê, bang li hemû gel kir ku ji bo piştevaniya şervanên YPG û YPJ'ê biçin Pîrsûsê.


Bi armanca êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya sibê li deriyê Mûrşîtpinarê pêkanîbû, li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk ya Amedê (BDP) civîna çapemeniyê hat li darxistin. Di civîna çapemeniyê de Hevseroka giştî a Navenda BDP'a Amedê Hafîze Îpek, diyar kir ku, ji bo piştevaniya şervanên YPG û YPJ'ê wê biçin sînor. Hafîze bal kişand ser êrîşa çeteyan ya ku ji aliyê Tirkiye ve pêkhatî û got: "Çeteyên DAIŞ'ê îro sibê bi tangan û tirimbêlên bomba barkirî êrîşê deriyê sînorê Mûrşîtpinarê kir. Li gorî agahiyên ketine destê me gelek şehîd û birîndar me hene."


'Berî her tiştî li wir mirov û mirovahî heye'


Hafîze diyar kir ku, gelê ku li Kobanê dijî perçeyek ji gelê kurde û wiha got: "Yên li aliyê sînorê din dijîn xweşk û birayên mene. Di navbera me de girêdanbûnek xûnî heye. Nîvê malbatên me li wî alî dijîn. Bê vîna gelê me têl û xendek hatin avakirin. Berî her tişt li wir mirov û mirovahî heye û dixwezin bi awayek hovene wan qetil bikin."


Hafîze anî ziman ku wê li hember vê êrîşê bê deng nemînin û wiha dawî li gotinê xwe anî: "Ji bo berxwedana Kobanê bi serbikeve sibê di saet 10.00'an de li ber Parka Koşûyolê emê bi otobîsan biçin sînorê Kobanê. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin dakû tevlî piştevaniya berxwedanê bibin."


(rt/zt)