Îro hevdîtina heyetê ya li Îmraliyê pêkhat
17:04
Mijdar
29
/ 2014
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevdîtina Heyeta HDP’ê ya Îmraliyê ya li bendê bûn dê sibehê pêk bihate îro pêk hat.
Heyeta HDP’ê ya Îmraliyê ya ji Wekîlên Koma HDP’ê Îdrîs Baluken, Pervîn Buldan, parlamenter Sirri Sureyya Onder û Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle pêk tê îro saet di 10.00’an de ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin çûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîn. Heyet saet di 16.00’an de ji giravê veqetiya û hevdîtina heyetê 4 saet berdewam kir. Li bendê ye ku heyet têkîldarî hevdîtinê sibehê daxuyaniyê bide.
(zt)
