Kampanya ya şîr, dergûş û mama ya bi eleqeyekê didome lê hîn pêdivî pir e
09:28
JINHA
RIHA - Komeleya Alîkariyê û Piştgirtinê a Rojava û Koordînasyona Alîkariya Kobanê hefteyek berê ji bo yên ji Kantona Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ve hatinin Pirsûsê û di wargehên konan ve dimînin kempanya ya yek dest pê kiribû bi eleqeyek mezin re dimeşe. Peyvirdara Koordînasyona Alîkariya Kobanê Sevînç Koçak got ku eleqeyek mezin heye lê belê pêdivî pir e.
Komeleya Alîkariyê û Piştgirtinê a Rojava û Koordînasyona Alîkariya Kobanê hefteyek berê ji bo yên ji Kantona Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ve hatinin Pirsûsê û di wargehên konan ve dimînin kampanyayek dest pê kiribûn bi eleqeyek mezin dimeşe. Yên ji ber çeteyên re hatinin Pirsûsê herî zêde zorok û jin in. Heta neha 200 hezar kes ji Kobanê penaber bûne û ji van 120 hezar hatiye Pirsûsê. 20 hezar zarok û yên temenê wan di navbera 0-3 pêdiviyên wan nayên dîtin. Bi taybetî ji bo zarokan mama û şîr tên xwestin û divê demildest û bi awayekî bi pergal bên dîtin.
'Eleqeyek mezin heye lê belê ne bes e'
Peywirdara Koordînasyona Alîkariya Kobanê Sevînç Koçak got ku dema kampanya dest pê kirin ji bo pêdiviyên zarokan "Ji bo zarokan bîberon û dergûşek" û "Mama yek, bîberonek û şîrekî bistînin" dest pê kiribûn û wiha axivî: "Di çarçoveya vê kampanya yê me gelek fêda wê dîtin. Ji gelek deveran alîkarî gihîşt destên me. Mînak ji gelek zanîngeha û mamosteyên zanîngeha gelek alîkarî hatin. Li gelek cihan xwendekaran stand vekirin û ji bo kampanya me seferber bûn. Lê mixabin ev tenê têrê nake. Divê gelên me hinekî din hewl bidin û li birayên xwe xwedî derkevin û wan di vê zivistanê de tenê nehêlin. Kî kari be çi bîne ferq nake. Mama be, bez be, şîr be, dergûş be tiştên wiha bi lez bên dê pir baş be."
'Alîkariyê dikarin bidin HDK û HDP, İHD yên Riha yê, Stenbolê û Enqerê'
Sevînç diyar kir ku gelek saziyên sivîl ji bo kampanyayê xebatek mezin û eleqeyek baş nîşanî kampanyayê didn. Sevînç destnîşan kir ku ji gelek ciha bi telefonan li wan digerin û derbarê kampanya yê ev tişt anî ziman: "Li her derê gel dixwazin alîkariyê bidin vê kampanyayê. Welatiyên alîkariyê bikin divê wan alîkariyan bibin rêxistinên HDK û HDP, ÎHD yên Riha, Stenbolê û Enqereyê. Ên bi serê xwe bîberon, şîr û dergûşan dixwazin bişînin jî bila bişînin xeraja Pirsûsê an jî xeraja Rihayê."
Sevînç dawiya axaftina xwede bal kişan ser dîroka xurekan û şîran û wiha got: "Dema gelên me ev tiştanan şand li dîroka xurekan û şîr miqate bin. Dîroka bi karanîna wan çiqasî di pêş de be ewqas baş e."
(kom/zt)

