'Kobanê û Pirsûs wek goşt û neynûkê ye'
09:51
JINHA
RIHA - Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ev 79 roj in li ser Kantona Kobanê didomê û zêdeyî 200 hezar jî ji welatên xwe koçber bûn. Nêzîka 120 hezar kes jî hatin Pirsûsê. Welatiyên ji Kobanê hatine Pirsûsê û welatiyên Pirsûsê derbarê berxwedana Kobanê û xwedîderketina Pirsûsê de axivîn.
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ev 79 in roj li ser Kantona Kobanê didomê û zêdeyî 200 hezar jî ji welatên xwe koçber bûn. Nêzîka 120 hezar kes jî hatin Pirsûsê. Welatiyên ji Kobanê hatine Pirsûsê û welatiyên Pirsûsê derbarê berxwedana Kobanê û xwedîderketina Pirsûsê axivîn. Welatiyên Kobanê diyar kirin ku gelê Pirsûsê li wan xwedî derketine û tu carî wan tenê ne hiştine. Welatiyê bi navê Ahmet Muslum (60) destnîşan kir kur Kobanê û Pirsûs yek e û tu kes nikar e wan ji hev biqetîne. Ahmet got ku ew bi hêviye Kobanê azad bibe û wiha axivî: "Ev çeteyên DAIŞ'ê li ber çavên min serê mirovan jê kirin. Li ser navê islamiyetê qetlîaman pêk tînin. Tiştê ew dikin kafir jî nakin. Zarokên min li hemberî van hovana şer dike. Bi îzna xwedê YPG-YPJ dê bi ser bikevin."
'Ev xwedîderketina gelên Pirsûsê pîroz e'
Sedîka Badîn Hisên (55) jî bi lêv kir ku dê YPG-YPJ wan çeteyên ji Kobanê derbixin û tu carî Kobanê na keve. Sedîka da zanîn ku xwedîderketina Pirsûsê bêhempa ye û encax biratiyak wiha bê kirin. Hisên wiha axivî: "Dema çeteyan li Kobanê dest pê kir em mecbûr man em derketin. DAIŞ malên me talan kir, gelek nasên me qetilkirin. Ev xwedîderketina gelên Pirsûsê pîroz e. Em tu carî nikar e heqê wan bide wan. Çi pêdiviyên me hebe tînin. Xwedê ji gelên Pirsûsiyan razî be." Leyla Abdulkadîr jî anî ziman ku tu carî Kobanê nakeve destê çeteyan û wiha axivî: "Em Kobanê nadin çete û çeqelan. Me xwîna xwe tê de daye. Kobanê dê li wan çeteyan bibe goristan. Bila vê yekê baş zanibin."
'Tu kes nikar e Kobanê û Pirsûsê ji hev biqetîne'
Welatiyên Pirsûsê Cahît Denîz diyar kir ku dema şerê Kobanê destpê kir malên xwe ji Kobaniyan vekir û 5 malbat anî ye mala xwe. Denîz got ku Kobanê-Pirsûs yek e û wiha domand: "Ne gelê Pirsûsê tenê, divê hemû kurd li Kobanê derkevin. Zivistan jî hat. Pirsûs tiştên ji destên wan tê dike. Lê belê Pirsûs jî êdî nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Ji derve jî alîkarî pir kêm tên. Divê her kes destên xwe têxin bin vî kevirî. Bila her kes jî bizanin, tu kes nikar e Kobanê û Pirsûsê ji hev biqetînin. Divê gelê kurd hişê xwe bidin serê xwe. Bila dijminê xwe baş nas bikin. Dijminê me yî herî mezin û sedemê vî şerî Tirkiye ye û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan e. DAIŞ û Tirkiye yek e. Em ê hesabê van zarokan ji wî bi pirs e."
Firoşgehê bi navê Îsmet Şîmşek jî got ku ên xwestin Pirsûs û Kobanê ji hev veqetînin di xewn û xeyalan de ne û wê ev ramana Kobanê û Pirsûs kir yek.
'Êdî hemû kes hêzên şervanên YPG-YPJ tê naskirin'
Welatiyê bi navê Fevzî Yonten jî derbarê êrîşên çeteyan û li ser xwedîderketina gelê Kobanê ev tişt anî ziman: "Di encama vî şerî de hezaran kes koçber bûn. Bi sedan kes hatin ba bira û xizmên xwe. Ev sînorên sûnî xistin navbera me lê belê tu carî me ji hevdu cuda nekirin. Ev berxwedan Kobanê hem û kurd kirin yek. Hemû dinya bi berxwedana Kobanê hesiyan. Êdî hemû kes hêzên şervanên YPG-YPJ tê naskirin. Di vî şerî de Pirsûs rolekî wek enîyek paş ve lîst û hîn jî dilîz e. Berê qala berxwedana Vîetnam û Stalîngradê dikirin. Êdî her kes behsa berxwedana Kobanê dikin. Tu kes nikar înkar bikin. Di vê berxwedanê de giyaneyekî neteweyî û îradeyek bêhempa derket holê."
'Kobanê û Pirsûs wek goşt û neynûkê ye'
Zaîle Kalya jî bal kişand ser helwesta dewleta Tirkiye û da zanîn ku helwesta Tirkiyeyê wek helweta DAIŞ'ê ye û wiha pê de çû: "Em ji welatê xwe koçber bûn. Pirsûs li me xwedî derketin. Ne ji Pirsûsiyan ba bê kî zanî bû em li kîderê ba. Dewlet tu alîkariyê bi me nakin. Ji dêvla alîkariyê bike, astengiya derdixin. Kobanê û Pirsûs wek goşt û neynûkê ye. Ên xeyalên wan li ser kurdan heye dê hemû vala derbikevin.”
'DAIŞ û Tirkiye yek e'
Yusuf Mehemet jî destnîşan ki ku biratiya dewleta Tirkiye tenê bi deva ye û heta niha xêndî dijminati ya wan tu tiştekî wan ne dîti ye û wiha ber dewam kir: "Tirkiye dijminê kurdan e. Alîgirên DAIŞ'ê sereke dewleta Tirkiyeyê ye. DAIŞ û Tirkiye yek e. Ev dijminan bi ser nakevin. Em tu carî serê xwe li ber wan natewînin. Şervanên YPG-YPJ'ê dê Kobanê ji çeteyên hovanê dijî mirovahiyê paqij bikin û em ê bi xêra şervanên me em ê biçin welatê xwe."
(kom/zt)
