Ji Şaredariya Pirsûsê re serdagirtina nîva şevê!

10:58

 


JINHA


RIHA - Polîs û leşkeran, bi dehan wesayîtên zirxî, nîvê şevê bi ser avahiya xizmetê ya Şaredariya Pirsûsê ya li Elîgorê, ku xizmetê dide Kobaniyan de girt. Di dema serdegirtinê de, bi dehan kesên pîr û zarok jî di nav de rastê lêpirsîn hatin û nasnameyên wan hatin desteserkirin. Leşker û polîsan li depoyên alîkariyê yên Kobaniyan jî lêgerîn pêk anîn. Leşkerên tirk îdia kirin ku di lêgerînê de 2 çek hatine dîtin. Hevşaredarê Pirsûsê Orhan Şansal wiha got: "Ev yek, dibe ku komployek ji bo astengkirina alîkariyan be."

Danê êvarê, bi armanca şermezarkirina êrîşên li hemberî Kobanê, ciwanan li taxa Elîgor a Pirsûsê çalakî lidar xistin. Ciwanên ku rêya Pirsûs-Elîgorê li çûn û hatinê girtin, ji bo YPG'ê dirûşme qîriyan. Piştî belavbûna ciwanan, leşkerên ser bi Fermandariya Cendirmeyan a Pirsûsê û polîsên Midûriyeta Polîsan a Navçeyê, bi hinceta 'çalakgeran xwe lê girtine' bi dehan maşînên zirxî saet di 02:00 ê nîvê şevê de dor li avahiya xizmetê ya şaredariyê ya li Elîgorê girtin. Parlamenterên HDP'ê Îbrahîm Ayhan û Faysal Sariyildiz li gel Hevşaredarê Pirsûsê Orhan Şansal, li pêşiya leşker û polîsê bi bêhiqûqî avêtin ser avahiyê bûn asteng û biryara lêgerînê xwestin. Piştre bi lez û bez ji Dozgeriya Komarê ya Pirsûsê biryara lêgerînê hat derxistin û polîs û leşker ketin hundirê avahiyê.

Lêgerîn zêdehî 4 seatan berdewam kir

Polîs û leşkerên avêtin ser avahiya berê ya Şaredariya Elîgorê ku piştî hilbijartinên herêmî yên 30 Adarê ji statuya bajarok bû tax, li hemû odeyan geriyan. Polîsan heta saet 06 ê sibehê li avahiyê geriya, ku malbatên Kobanê yê jin, zarok û pîr di nav de, lê diman.

Derî şikandin

Leşker û polîsên ku di lêgerînan de hiqûq nas nekirin, dest danîn ser nasnameyên Kobaniyên ji êrîşên çeteyan reviyan, yek bi yek wêneyê wan kişandin û li ser lingan lêpirsîna wan kirin. Leşker û polîsên tirk ketin hundirê odeyên zarok lê radizan, bi saetan lêgerîn kirin û deriyê gelek odeyan şikandin. Her wiha kel û melên alîkariyê jî rijandin erdê. Kaseya pere ya Şaredariyê, ji ber nedîtina mifteya wê, leşkeran ew xistin maşîna zirxî û bi xwe re birin.

Her wiha hat îdiakirin ku li odeyeke vala, 2 çek û bombeyên destan hatine dîtin. Piştî lêgerîna 4 saetan nobedarê avahiyê Mûhammed Ulgen hat binçavkirin û ew birin Fermandariya Cendirmeyan a Pirsûsê.

Hevşaredarê Pirsûsê Orhan Şansal diyar kir ku leşker û polîsan çalakiya ciwanan ji xwe re kirine bahane û avêtine ser avahiya welatiyên Kobanê lê hatibûn bicihkirin. Orhan çekên ku leşkeran îdîakirine dîtine, tu eleqeya wan bi şaredariyê re nîne û wiha got: "Weke Şaredariya Pirsûsê em ji bo xwişk û birayên xwe yên ji Kobanê alîkariyê dikin. Dibe ku ev yek komploya hin derdorên naxwazin em vê alîkariyê bikin be. Ji xwe odeya ku tê gotin çek lê hatiye dîtin, miftekirî bû."

(zt)