Bi ser Kobaniyên birîndar de girtin: 10 kes hatin binçavkirin

11:27

 


JINHA


RIHA - Kobaniyên ku li Kobanê di pevçûnê de birîndar bûn û li Rihayê di dema dermankirinaw an de ku li xaniyekî diman, di saetên sibê de polîsan bi ser wan de girt.6 birîndar, 3 refekat û xwediyê malê jî di nav 10 kes hatin binçavkirin.

6 Kobaniyên ku li Kobanê di dîrokên cuda de di pevçûnan de birîndar bûn û ketina wan ya fermî û qeyda AFAD’ê hebûn, li mala ku dihatin dermankirin, polîsan di saetên sibê de bi ser malê de girt. Xaniyê ku li taxa Devteştî bû polîsan deriyê wê şikand û 6 birîndar, 3 refekat û xwediyê malê Mustafa Çîçek hat binçavkirin.

Parêzer Bekîr Benek der barê mijarê de axivî û diyar ki ku polîsan pêkanên salên 90’î pêk anîne û da zanîn ku polîsan kursiya astengdaran ya nehatiye vekirin jî wek hêmaya sûc dîtine û desteserkirine.

Bekîr got: “Polîsên tevgerên taybet bi maskeyên berfê, bi tundiyek mezin ketine malê. Derî şikestine. Dermansên li mal jî desteserkirine. Nayê zanîn ku bi çi hincetê hatine binçavkirin. Lê qeyda welatiyên me yên rojava hene. Ketin wan ya AFAD’ê heye.yên hatine kirin bêhiqûqiye.”

Kesên hatin binçavkirin bo kontrola tenduristiyê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê û piştî vê dê bibin midûriyeta polîsan.

(zt)