Berxewadana Kobanê di roja 79’an de jî hat silavkirin
12:46
JINHA
RIHA - Di 79’emîn roja berxwedana Kobanê de li gundê Mehserê gelê ku di çalajiya nobetê de bû zincîra ji mirovan ava kir û berxwedana Kobanê silav kirin, Komeleya Xwendekarên Demokratîk a Mûşê jî diyar kir ku di şexsê Kobanê de gel hedef hatiye girtin.
Bi sedan kesên li gundê Mehserê nobet digirt ji bo şervanên YPJ û YPG’ê destê hev girtin û zincîra mirovahiyê avakirin, berxwedana Kobanê silav kiri. Girseya ku bi rojane li gundê Mehser û Misaynterê di nobetê de bûn, bi tevlibûna sedan kesên ji Muş, Êlih û Amedê didome. Welatiyan berê xwe dan Kobanê û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Silav silav ji Kobanê re hezar silav" berzkirin.
Piştî çalakiya zincîra mirovahiyê 60 xwendekarên ji Komeleya Xwendekarên Demokratîk a Mûşê hatin daxuyaniyek dan. Xwendekaran pankart vekirin û dirûşmên ‘Bijî berxwedanana YPG/YPJ’ê” “Bê Serok jiyan nabe” berzkirin.
Endamê MED-DER’ê Habîb Kaya daxuyanî xwend û diyar kir ku gelê kurd bi hovîtiyeke mezin ya ku nehatiye jiyîn re rû bi rû ye û got ku Kobanê dilê Rojhilata Navîn e û di şexsê gelê kurd de hedef tê girtin. Kaya bang li hemû kesî kir ku bên ser sînorê Kobanê.
(zt)

