Çeteyan dîsa wesayîtên welatiyên Kobanê şewitandin

13:07

JINHA


RIHA – Çeteyên DAIŞ’ê dîsa êrîşî wesayîtên welatiyên Kobanê yên li herêma navber a gundê Siwêdê ya di bin kontrola leşkerên tirk de ye. Li ser nerazîbûna gundiyan leşkeran çete gulebaran kirin.

Welatiyên Kobanê dema ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê reviya bûn wesayîtên xwe li herêma navber a li gundê Zorava û Pirsûsê danibûn. 5 çeteyên ku ketin herêma di bin kontrola leşkerên tirk de ye wesayîtike welatiyên Kobonê şewitandin. Welatiyên ku li gundê Siwêdê dijîn li dora Qereqola Cendirmeyan a Karacayê kom bûn bêdengmayîna leşkerên tirk şermezar kirin. 

Li ser nerazîbûna welatiyan leşkeran ewil çete hişyar kirin û piştre jî ji wesayîta zirxî ya nêzî wesayîtan e gulebaran kirin. Çeteyên ku qada mayinkirî ya di bin kontrola leşkeran de ye bi kar anîn û reviyan vê carê jî deriyê wesayîteke welatiyên Kobanê ya noqteyeke din hatiye hiştin şikandin. Leşkeran cara duyemîn ber bi çeteyan gulebaran kirin. Piştî gulebaranê çete ber bi gundê Zoravayê ve reviyan. Sekna gundiyan a li dora Qereqola Cendirmeyan a Karacayê didome. Li aliyê din leşker û xebatkarên çapemeniyê û gundî li dora qereqolê biçin anonsê dikin. 

Beriya du rojan jî li du herêman wesayît şewikandibûn

Çeteyan di 30’ê mijdarê de jî wesayîtên li gundê Koralî ya Kobanê û Goktepeya Bêrecûkê ku di bin kontrola leşkerên tirk de ye şewitandibûn. Dîsa heman rojê bi sedan wesayîtên li qada hemberî gundê Sêlîmê yê di bin kontrola leşkerên tirk de ye hatibû şewitandin. Welatiyên Kobanê yên wesayîtên xwe de mabûn jî piştî êrîşa çeteyan hatibûn gundê Goktepeyê.

(zt)