Senarîstê fîlman Onder Çakar li Kobanê birîndar bû
17:05
JINHA
RIHA - Senarîstê fîlma Takva û Xelata Gemiyan Onder Çakar bi armanca piştevaniya berxwedana Kobanê demek dirêj tevlî çalakiyên nobeta gondê Mehserê dibû, li Kobanê birîndar bû.
Berxwedana Kobanê ya ku bûye hêvî û sembola azadiyê bê navber di roja 79 'de didome. Ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê ji her beşê civakê mirov diherikin sînor. Senarîstê fîlman Onder Çakar jî bi armanca piştevaniya berxwedanê Kobanê ev demek dirêj li gondê Mehserê tevlî çalakiyên nobetê dibû, dema dixwest derbasî Kobanê bibe birîndar bû. Tedewiya Onder ya despêk li Kobanê hate kirin û piştre jî derbasî Pîrsûsê hate kirin. Onder sewqî nexweşxaneya Fakulteya Tipî a Zanîngeha Dîcleyê hat kirin û li wir tedewiya wî didome.
Pirtûkxaneya berxwedanê ew avakiribû
Senarîst Onder di pir festîvalan de odûlê fîlma Gemî û Takva wergirtibû, ji roja despêk ya berxwedana Kobanê bê navber di nava çalakiyên piştgiriyê de cih digre. Onder di nava çalakiya nobetê ya gondê Mehserê de bi awayek aktîf tevlîbû û pirtûkxaneya berxwedana li ser sînor ya despêk avakiribû. Di derbarê pirtûkxane ya ku avakiribû de agahî dabû çapemeniyê. Onder di daxûyaniya xwe de got: "Em li Camiyê de diman. Me dît dem dirêje, lê belê di Camiyê derfetê xwendin û nivîsandin tûnebû. Berî hertiştî despêkê em li gorî rê û rêzikên komînê tevgeriyan. Li malan hevalên me yên Kobanê û jin diman. Em jî li mal û konan diman, li Camiyê jî ceyran saet 21.00 qût dibû. Li vir demê me yê vala jî çêdibû. Ji bo ev dema vala bi xwendin û girtina notê berxwedanê re were dagirtîn pêwîstî bi cîhek heye."
Di heman demê de Onder berxwedana dîrokî ser afîşan jî dinivîsî û pêşangiha despêkê bi navê “Berxwedana Gund” vekir.
(rt/zt)

