Li konbajarê AFAD'ê zimanê kurdî tê bişavtin

08:48

JINHA


RIHA - Zarokên Kobanê yên li konbajarê AFAD'ê a di qereqola kevin a Elîgorê dimînin perwerdeya tirkî, erebî û olî dibînin. Dê û bav ê zarokan bi lêv kirin ku dixwazin ku perwerdehiya zimanê kurdî jî bibînin û ên vê perwerdehiya ava kirinin jî nizanin ji hêla kê bi çi armancê hatiye ava kirin.


Welatiyên ji Kobanê yên hatinin wargeha AFAD'ê de dimînin di şert û mercên dijwar de jiyana xwe didomînin û welatiyan diyar kirin ku di bin êrîşên polîs û leşkeran dimînin û her wiha di konan de perwerdehiya tirkî, erebî û olî tên dayîn. Welatiyan destnîşan kir ku dixwazin zarokên wan zimanê kurdî hîn bibin. Di nav hezar kesên di konbajarê de 200 zarok hene û di li hemberî bişavtinê de rû bi rû manin. Mamostê zimanê kurdi Mihemed Bozan da zanîn ku ji bo perwedeya zimanê kurdî bên dayîn serî li berpirsyarên AFAD'ê daye û xwestek a wî nehisibanin e û tê xwestin ku zimanê wan bê jibîr kirin.


'Ger zarokan difikirin bila zimanê wan rê wan bidin'


Mihemed da zanîn ku hemû zorok dixwazin bi zimanê dayikên xwe perwerdê bibînin û wiha got: "Li konbajarê em lê dimînin gelek tişt dizîvirin. Di konekê de li ser navê perwedeyê dersên kuranê, zimanê tirkî û erebî tên dayîn. Ez mamosteyê kurdî me. Min jî xwest zarok zimanê dayika xwe ji bîr nekin min serî li berpirsyara da. Lê mixabin ne pejirandin. Ez vê helwesta wan şermezar dikim. Tê xwestin ku zimanê kurdî bê jibîrkirin. Ev feraseta wan şaş e. Zimanê me rûmeta me ye. Ger zaroka diikirin, heger zarokan difikirin bila zimanê wan rê wan bidin."


(kom/zt)