Bi zimanê dîrokê ve dijî Kobanê
12:18
JINHA
RİHA - Dayika Yazê ya 72'salî ku berî vê bi 3'ê salan hevserê xwe li Hesekê wanda kirîbû,bi kilamên li ser Kobanê derxistiye,bêrîkirin xwe ji bo Kobanê tîne ser ziman.Dayika Yazê ku dîrokek jiyan kiriye,êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û qehremantiya şervanên YPG û YPJ'ê bi stranan dibêje.
Li beramberî hemû hewildanê êrîşê çeteyên DAIŞ'ê berxwedan û axa xwe bernedan û li gel temenê wan yê mezin jî,di berxwedanê Kobanê de cih digrin,yên li Pîrsûsê jî bi bêrîkirina Kobanê dijîn. Dayika Yazê Mihemmed ya72 salî ku bi hezaran çîrok di temenê xwe de bicih kiriye, bi kilamên ku dibêje hesreta xwe ya ji bo Kobanê vedibêje. Dayika Yazê got ku,"Kobanê wê nekeve,heya zarokek di pêçekê de hebe jî tê wateyê ku Kobanê neketiy".Dayika Yazê piştî ku sînor derbas kiriye diçe Adiyamanê. Piştre ji ber ku keça wê li Pirsûsê tê Pirsûsê û bi keça xwe re li konan dijî. Dayika Yazê got; Pirsûs, Wan, Mûş, Edene, Semsûr, ev hemû axên Kurdan e. Dema ez biçûk,min çêkirina sînor jî dît."
Dayika Yazê ku li konbajarê Pirsûsê dimîne, diyar kir ku hevserê wê Hesen Îbrahîm Bekîr 3 sal berê di êrîşên li dijî Rojava de jiyana xwe ji dest da. Dayika Yazê ji bo kesên ku li Kobanê jiyana xwe ji dest daye klamekê distirê. Dayika Yazê lanet li çeteyên DAIŞ'ê barand û talan û wêrankeriya çeteyan jî distirê. Dayika Yazê ku bi cigareya destê xwe û nexşên rûyê xwe balê dikişîne, ji bo her kesî bi stranan tiştên ku hatine serê wan vedibêje.Dayika Yazê ji zaroktiya xwe heya niha tiştên ku ditiye,ji talan kirina çeteyan û li hember vê yekê berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê ve dîrokek jiyan kiriye.
(rt)
