Berxwedana 80'î roj hate silav kirin
15:01
JINHA
RIHA-Berxwedana Kobanê ya 80'î roj,welatiyên li gondê Mehserê ya ku di çalakiya nobetê debûn,bi avakirina zincîra mirovahiyê,berxwedanê Kobanê silav kirin.
Li hember dagirkeriyê çeteyên DAIŞ'ê berxwedanê şervanên YPG û YPJ'ê di roja xwe ya 80'i de didome.Bi sedan welatiyên li nobeta gondê Mehserê dimînin,cardin zincîra mirovahiyê avakirin.Welatiyên di çalakiya nobetê de dest dan destê hev bi avakirina zincîra mirovahiyê berxwedanê Kobanê silav kirin.Welatiyê ku bi rojane li gondê Mehserê û Mîsaynterê tevlî çalakiya nobetê dibûn,walatiyên ku ji Botanê hatine ku piraniya wan jî jinin,ew jî tevlî çalakiya nobetê bûn.Piştî walatî sibê paqijiya hewirdor kir,berê xwe dan Kobanê ji bo bîranîna yên ku jiyana xwe ji dest dane deqeyek ya rêzgirtinê û bi dûrişmeya "Bijî berxwedanê Kobanê","Silav silav ji Kobanê re hezar silav" û "Bijî Serok APO"qîr kirin û berxwedanê silav kirin.
(rt)
