Mirina bi goman ya jina ku ji qata 4'ê ketiye
15:02
JINHA
ERZÎNCAN-Li Erzîncanê îddîaya dayika zarokek Buket Pinara 20 salî ji qata 4'ê ketî û jiyana xwe ji dest daye.Encama mirina Buket piştî lêkolînê wê diyar bibe.
Hat zanîn ku li taxa Yunus Emre ya Erzîncanê,îddîaya ku dayika zarokek Buket Pinar ya 20 salî ji qata 4'ê ya avahiya ku lê dijî ketiye û jiyana xwe ji dest daye.Li gorî agahiyên ku hatine girtin,bûyer duh êvarê qewimî û li ser agahdar kirina welatiyan ekîbên tendûristî û polîs hatin cihê bûyerê û lêkolîn dane despê kirin.Ji bo otopsiyê cenazeyê Buket rakirin morga xweşxaneya perwerde û lêkolîn ya Gazî Mengûcekê.
Li ser mirina Buket ya bi goman lêkolîn hate despê kirin.
(rt)
