Ji bo Ceylan Onkol pêşengeha wêneyan
16:18
JINHA
AMED - Komisyona Şaxa Egitim Senê ya Amedê, têkildarî 6'emîn pêşbirga wêneyan a ji bo Ceylan Onkol daxuyanî da. Ji bo Ceylan Onkol û zarokên hatin qetilkirin li Navçeya Liceya Amedê pêşengeha wêneyan hat vekirin.
Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê, encama 6'emîn pêşbirga wêneyan a ji bo Ceylan Onkola ku ji aliyê leşkeran ve li navçeya Liceyê hatibû qetilkirin bi daxuyaniyê ji raya giştî re aşkere kir. Endamê Komisyona Zarokan a Egîtîm Senê Serdar Karaşîn li avahiya saziyê daxuyanî da. Serdar Karaşîn, diyar kir ku îro li Rojavayê Irakê û Suryê, bi hezaran zarok ji cihê xwe koçber bûne û herî diwî zarokê Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyê DAIŞ'ê ji cihê xwe koçber bûne û wekî penaber dijîn. Karaşîn, anî ziman ku hêj mafê zarokan ji destê wan tê girtin û zarok tên qetilkirin.
Karaşîn da zanîn ku wekî Komisyona Zarokan a Egitim Sena Amedê îsal jî li Licê pêşenga wêneyên zarokên hatin qetilkirin ku ji wêneyên Ceylan Onkol, Enes, Adullah, Ugur,Umut pêk tê vekirin. Pêşengeh dê hefteyekê vekirî bimîne. Karaşîn, anî ziman ku Ceylan Onkol a di 2009'an de li Lice ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin lê hêj kujerê wê nehatiye diyarkirin û nehatiye cezakirin.
Karaşîn, destnîşan kir ku dewleta tirk girtîgehan ji bo zarokan dike qada îşkence û binpêkirina mafan û zarokan qetil dike. Karaşîn, daxuyand ku ew wekî komisyonê qetilkirina zarokan şermezar dikin.
Karaşîn, bal kişand ser encama 6'emîn pêşbirga wêneyan û wiha got: "Îsal di 6'emîn pêşbirga wêneyan a ji bo Ceylan Onkolê de kesên ketiye derecê wiha ne: Ji Dibistana Pehlîvanê Elîf Çakar, ji Dibistana Kayapinar Mevlana Mûnever Ergormuş, ji Dibistana Dicleket Ruhat Eryavuz, ji Dibistana Lice Demîrçelîkê Bermal Karaman, ji Dibistana Mardinkapi Umut Yucel û ji Dibistana Pîr Reîs Berfîn Atli ketin dereceyê.
(rt)
