04'ê BERFANBARÊ 2014 ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN
10:39
* Li Kobanê berxwedana ku li ser navê mirovahiyê hatiye destpêkirin di roja 31'emîn de berdewam dike. Çeteyên DAIŞ'ê hem bi segvanan û hem jî hewanan beyî ku hedef bigirin, li dijî bajar êrîşan pêk tînin û ev êrîş bi mîsîleyê bersivê dibîne. Şervanên YPG ûYPJ'ê bi berxwedana xwe ya mezin ken ji ruyê wan kêm nabe. Li Kobaniya ku her kesê dibêje cîhanek din mumkune û berê xwe dane Kobanê, hinek dîmenên ji berxwedana 81 rojî.
* Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û pişgtiriya dewleta Tirkiyeyê dide çeteyan rawestiya. Sariyildiz diyar kir ku di bin van êrîşan û alîkirina Tirkiye dide çeteyan de tiştên avarte hene û ev helwesta Tirkiye gelek balkêş e. Sariyildiz Tirkiye hişyar kir û xwest AKP dest ji vê helwesta û polîtîkayên xwe ber de û ger dixwaz e pêvajo bi avayekî baş bi encam bibe pêwiste hevkariya çeteya neke.
* Nobeta bi armanca piştevaniya bo gelê Kobanê li xeta sînor tê girtin, gundan û jiyana gundan rêxistin dike. Berxwedêrên ku berê bi komunên ku ava kirin li gund dar çandin û xaniyên berê tamîr kirin û wek depo bikaranîn, pirtûkxane avakirin, niha jî xaniyên kumbet yên dîrokî yên gundê Misaynterê tamîr dikin û ji bo kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dane dê muzeyê vebikin.
* Eliyê Bişêriyê yê 90 salî yê ji Kobanê ku dagirkeriya Frnasayê dît, ji avabûna Sûriyeyê rejî şahdî kir, li hemberî zextên rejîma Esad berxwe da, niha jî li dijî çeteyên DAIŞ'ê axa xwe terk nake. Bişêrî ev 81 roje ku ji bo ku gundê xwe terk neke li xeta sînro ya qada bi mayîn de dijî.
