Faysal Sariyildiz:Kobanê mifteya aşitiyê ye

10:42

 


JINHA


RIHA - Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û pişgtiriya dewleta Tirkiyeyê dide çeteyan rawestiya. Sariyildiz diyar kir ku di bin van êrîşan û alîkirina Tirkiye dide çeteyan de tiştên avarte hene û ev helwesta Tirkiye gelek balkêş e. Sariyildiz Tirkiye hişyar kir û xwest AKP dest ji vê helwesta û polîtîkayên xwe ber de û ger dixwaz e pêvajo bi avayekî baş bi encam bibe pêwiste hevkariya çeteya neke.


Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz derbarê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û pişgtiriya dewleta Tirkiyeyê dide çeteyan axivî. Sariyildiz diyar kir ku di bin van êrîş û alîkariyên Tirkiyeyê yên ji bo çeteyan de tiştên avarte hene û ev helwesta Tirkiye gelek bi balkêş e. Sariyildiz derbarê êrîşa li hemberî avahiya Şaredariya Pirsûs a Elîgorê de jî wiha got: "Yên li ser şaredariyê girtin baş zanin ku welatiyên ji Kobanê hatine dimînin. Di wir de gelek zarok û jin hebûn. Tirkiye li ser sûç hatiye girtin û ev tiştekî nayê pejirandine. Ji xwe Waliyê Rihayê jî li xwe mikur hati bû."


'Çawa çete dikevin nav xaka te û tu tiştekî nakî?'


Sariyildiz destnîşan kir ku çawa çeteyên DAIŞ'ê bi wesayita bombebarkirî dikare bikeve embara sîloya genim a TMO'ya Tirkiyeyê û wiha axivî: "Çete dikevin nav xaka wan û derbasî Kobanê dibin. Di nav sîloyê genim de jî êrîşî Kobanê dikin. Çawa çete dikevin nav xaka te û tu tiştekî nakî? Min di derbarê van mijaran de pêşnûmeyek da meclîsê û divê ev tişt bên zelalkirin. Ger ev êrîşên namerdî nêyn zelal kirin dê gelê me her tim li ser lingan be. Divê demildest agahî bên dayîn û gelê me bê tatmînkirin. Di wê teqînê de 2 mirovên sivîl hat qetilkirin û bi dehan avahî hat xerakirin. Ya herî sosret teqîn ji aliyê Tirkiyeyê de pêk hat û ev li ber cavên leşkeran çê bû. Heta neha têkilî û hevkariya DAIŞ'ê û Tirkiye bi gelek mînakan derketibû holê."


'Ev êrîşa bê ehlaqîyek mezin e'


Sariyildiz bi lêv kir ku bi rayedar û gelên Kobanê re jî axivî ye, gotin ku wan jî tiştekî wiha hêvî ne dikirin û li hemberî wê êrîşê matmayî mane. Sariyildiz destnîşan kir ku tu kesî texmîn ne dikirin ew maşîne bombebarkiriye ev êrîş bê ehlaqiyek mezin e û wiha axivî: "Em helwesta Tirkiyeyê baş dizanin û sekinandina birîndarên Kobanê jî her tiştî radixe ber çavan. Li aliyekî Tirkiye di xwaze sûçê xwe manipule bike û xwe derxwe pakijiyê û rojevê biguherîn e. Bi rastî Tirkiye di van polîtîkeyên xwe yên dawî de têk çû ye û Kobanê ser ketiye. Ji ber vê yekê dest van polîtîkayên qirêj kiri ye."


'Yên welatê xwe di parêzin tên girtin, çete jî lotikan diavêjin'


Sariyildiz Tirkiye hişyar kir ku divê AKP dest ji van helwest û polîtîkayên xwe ber de, ger dixwaz e pêvajo bi avayekî baş bi encam bibe divê êdî hevkariya çeteya neke û wiha got: "Em baş dizanin ku endamên van çeteyan li gelek welatê Tirkiyeyê tên dermankirin û xwedîkirin. Heta niha kesek jî ne hatiye bincavkirin û girtin. Yên welatê xwe di parêzin tên girtin, çete jî lotikan diavêjin. Em van bê ehlaqîyan na pejirînin. Divê ew kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan. Divê gelê me şopdarê vê bûyerê be."


(rt)