Berxwedana Kobanê di roja 81'ê de ye
10:43
JINHA
KOBANÊ - Li Kobanê berxwedana ku li ser navê mirovahiyê hatiye destpêkirin di roja 31'emîn de berdewam dike. Çeteyên DAIŞ'ê hem bi segvanan û hem jî hewanan beyî ku hedef bigirin, li dijî bajar êrîşan pêk tînin û ev êrîş bi mîsîleyê bersivê dibîne. Şervanên YPG ûYPJ'ê bi berxwedana xwe ya mezin ken ji ruyê wan kêm nabe. Li Kobaniya ku her kesê dibêje cîhanek din mumkune û berê xwe dane Kobanê, hinek dîmenên ji berxwedana 81 rojî.
* Peywirê asayîşê yê li ber agirê pêxistiye nobetê digire.
* Zarokên li kolanên Kobanê lîstikan dilîzin.
* Xaniyekî ku ji hawanan texrîb bûye. Li dîwar jî wêneyek daliqandiye.
* Şervanên YPG'ê yên li kolanên Kobanê digerin
* Şervanê YPG'ê yê li eniya Başure, bi tifinga xwe ya makîneyî ya BCK.
* Şervaneke YPJ'ê ji bo xwe ji segvanan biparêze di van hilweşînan de derbas dibe
* Kolanên Kobanê. Zarokên dema wênekêşê dibînin, poz didin, extiyarek jî bi tizbiya destê xwe dimeşe.
* Li navenda bajar peywirdarê asayîşê
* Li Kobanê kolanek. Ji ber pirsgirêka germbûn û ava germ heye, jin ji bo serşoyê li der avê germ dikin
* Wesayîteke ku gule û parçeyên şaraplenê îsat kiriyê
* Ala YPG'ê ya li Deriyê Sînor ya Murşîtpinarê ku çeteyên DAIŞ'ê di 29'ê mijarê de ji ser Tirkiyeyê bi wesayîtek bombebarkirî hatin û şûnde hati vekişandin, bilindbûye asîmanan.
(rt)

