Li gundê berxwedanê dê xaniyên dîrokî bikin muze
10:44
JINHA
RİHA - Nobeta bi armanca piştevaniya bo gelê Kobanê li xeta sînor tê girtin, gundan û jiyana gundan rêxistin dike. Berxwedêrên ku berê bi komunên ku ava kirin li gund dar çandin û xaniyên berê tamîr kirin û wek depo bikaranîn, pirtûkxane avakirin, niha jî xaniyên kumbet yên dîrokî yên gundê Misaynterê tamîr dikin û ji bo kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dane dê muzeyê vebikin.
Çalakiya berxwedana xeta sînor tenê bi çalakiya piştevaniya Kobanê sînor nema û di heman demê de bi saya jiyana komun ya ku berxwedêran rêxistin kiriye, gund jî tên guhertin. Li gundên ku nobet dihat girtin, berxwedêran gundî jî tevli komunan kirin û modela jiyana azad ya li Rojava ketiye jiyanê li gundan jî înşa dikin. Berê pirtûkxane hatibû vekirin, xaniyên kevn hatibûn restorekirin û wek depo hatibû bikaranîn û niha jî kaniyên kumbet yên texrîb bûne tamîr dikin.
Çalakiya nobetê ku ev du mehe li gundê Misaynterê berdewam dike, berxwedêran daxwaza gundiyan jî girtin û xaniyên kumbet yê dîrokî restorasyona wê dan destpêkirin û ji bo bîranîna Kader Ortakaya û kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dane dêbikin muze û pirtûkxane.Riza Horoz yê ku ev du mehe tevli çalakiya berxwedanê bûye diyar kir ku wî rewşa xaniyên kumbet yên dîrokî dîtiye û ev rewş bi komunan re parve kiriye. Horoz piştî ku l komunê fikra erêkirina restorekirina xaniyan girt, çû cem gundiyan û daxwazên wan jî girt û ji bo alîkariya gundiyan li hemû malan yek bi yek geriya û piştre dest bi xebatên restorekirinê kirin. Horoz û hevalên xwe xaniyê kumbet yê ji 3 odeyan pêk hat çopa wê berhevkirin û piştre jî bi cihên wê yên hilweşiyayî tamîrkirin. Ji bo xebatan dem bi dem ji şaredariyê jî alîkarî girtin û hat gotin ku ew wê jibo bîranîna Kader Ortakaya van xaniyan bikin muze.Horoz der barê xebatan de axivî û got: "Em ji bo bîranîna hevalên xwe yên li Kobanê Şehîd ketine van xaniyan wê restore bikin û piştre hevalên xwe di van xaniyên dîrokî de bidin jiyîn. Emê wêne û amûrên wan raxînin. Piştî xanî temem bibin emê li dora wan daran biçînin. Xanî axin, em dixwazin derdorê şîn bikin. Emê beşekê bikin muze û beşekê jî bikin pirtûkxane. Di heman demê de ez peyker çêdikim, di têketina muzeyê de ezê ji kevirê spî peykerê Arîn Mîrxan çêbikim."
(rt)

