90 salî ye, ev 81 roje di ereziya bi mayîn de dijî!

10:45

 


JINHA


RİHA - Eliyê Bişêriyê yê 90 salî yê ji Kobanê ku dagirkeriya Frnasayê dît, ji avabûna Sûriyeyê rejî şahdî kir, li hemberî zextên rejîma Esad berxwe da, niha jî li dijî çeteyên DAIŞ'ê axa xwe terk nake. Bişêrî ev 81 roje ku ji bo ku gundê xwe terk neke li xeta sînro ya qada bi mayîn de dijî.


Welatiyên ji ber êrîşên DAIŞ'ê neçar man ji gundê rojvayê Kobanê yên Cibnê, Mişko, Kor Elî, Sêlîm, Qirran, Qerakoy, Hasmel, Çeloglu, û Zaretê terk bikinbi wsayît, sewalên xwere li dijî gundê Goktepe ya Bîrecîkê di qda bi mayîn de bicih bûne.


MI GELEK TIŞT DÎT LÊ YA WISA MIN NEDÎT


Eliyê Bişêriyê yê 90 salî ku ji gundê Hecsimêl hat  diyar kir ku ji nêzî gundê xwe be û derbasî aliyê din yê sînor nebe li vir maye û got: "Emê demek nêz vegerin gundê xwe." Ji gelek cudanên cuda gele kes hatine vê qadê û li qada bi mayîn gundekî nû ava kirine. Welatiyê extiyar Bişêrî jî bi xwe pez û çêlêkên xwe anîne û bi enerjiyek mezin wan diçêrîne.


EZÊ VEGERIM GUNDÊ XWE


Her tim bi tevgere û beyî ku bisekine  ji çeteyên DAIŞ'ê re nifiran dike.  Eliyê Bişêriyê wiha got: "Dagirkirina Fransayê jî di nav de min gelek komkujî, dagirkirin, surgun û koçberî dît. Malên me hatin talankirin, xaniyên me hatin şewitandin, mirov hatin kuştin. Lê yek ne wek hovîtiya DAIŞ'ê bû. Ev çavsorên ku ji mirovahiyê nisîbê xwe negirtine.  Xwedê dê bela wan zû dereng bidê. Emê jî vegerin gundê xwe.


ÎMANA WAN TUNE


Bişêrî da zanîn ku alîkariya ku ji aliyê Komeleya Piştevaniya bo Rojava tê ji aliyê leşkeran ve tê astengkirin û got carna ew diçin gundê xwe û tiştên wan yên ku ji aliyê çeteyan hatine wêrankirin digirin û tînin. Bişêrî got: "Bi van dîn, îman tune."


(rt)