Ji Kobanê re avakirina zincîra mirovahiyê didome
12:18
JINHA
RİHA - Di roja 81'ê ya berxwedanê Kobanê de,walatiyên di çalakiya nobetê ya li gondê Mehserê dimînin,bi avakirina zincîra mirovahiyê û bi nîşana serkeftinê berxwedana Kobanê hat silav kirin.
Li hember dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê berxwedanê şervanên YPG û YPJ'ê di roja 81'ê de jî bê navber didome.Bi sedan walatî yê li nobeta gondê Mehserê dimînin, zincîra mirovahiyê avakirin.Welatiyên di çalakiya nobetê de dest dan destê hev bi avakirina zincîra mirovahiyê berxwedanê Kobanê silav kirin.Welatiyê ku bi rojane li gondê Mehserê û Mîsaynterê tevlî çalakiya nobetê dibûn,piştî paqijiya hewirdor ya di saetên sibê de kirine,berê xwe dan Kobanê. Ji bo bîranîna yên ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dane deqeyek ya rêzgirtinê û bi dûrişmeya "Bijî berxwedanê Kobanê","Silav silav ji Kobanê re hezar silav" û "Bijî Serok APO"qîr kirin û berxwedanê silav kirin.
(rt)

