KCD: Astengkirina dermankirina birîndarên Kobanê rakin
12:21
JINHA
AMED - Komîsyona Tenduristiyê ya KCD'ê têkildarî astengkirina dermankirina birîndarên Kobanê daxuyanî da û xwest rayedarên dewletê dest ji astengiyên li pêş dermankirina birîndaran berde.
Komîsyona Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî astengkirina dermankirina birîndarên Kobanê daxuyaniyek nivîskî da. Komîsyonê anî ziman ku ji 15'ê Îlonê heta niha bi piştgiriya gelek welatan çeteyên DAIŞ'ê li dijî Kobanê êrîşan pêk tînin û di van êrîşan de gelek welatiyên Kobanê birîndar dibin. Komîsyonê anî ziman ku li gel êrîşên bi giran, gelê kobanê berxwedamek bi rûmet nîşan dide û mafdariya xwe bi hemû welatên cîhanê daye çespandin. Komîsyonê destnîşan kir ku birîndarên Kobanê li deriyê sînorê pirsûsê ji aliyê polîs û leşkeran ve tên astengkirin û bang li rayedarên dewlet û hikûmetê kir ku dest ji van astengiyên li pêş dermankirina birîndaran berdin. Komîsyonê destnîşan kir ku birîndarên Kobanê dema sînor derbas dikin qeydên AFAD'ê digirin, tespîda nasnameyan dikin, şopê tiliyan digirin û wêneyê wan bêyî vîna wan dikişînin. Komîsyonê da zanîn ku dîsa birîndaran dibin qereqolê û îfadeyên wan digirin û dermankirina wan asteng dikin.
Komîsyonê helwesta hikûmetê rexne kir û anî ziman ku di her daxuyaniyê de qala alîkariya 200 hezar kobanî dikin, lê di rastiyê de wekî dijmin li 200 hezar kesan dinerin.
(rt)
