Jinên ciwan dê li Amarayê Konferansekê li dar bixin
12:46
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Meclisa Jinên Ciwan ên DBP'ê dê di 27-28'ê kanunê de 1'emîn Konferansa xwe li navçeya Amarayê cihê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê hatiye dinê li darbixin. Endama Meclisa Jinên Ciwan ên DPB'ê Songul Aşila diyar kir ku ew ê bi şîara 'Bi jina rêxistinkirî mêtingeriyê têkbibin, pêşeroja azad ava bikin' konferansa xwe li darbixin û bang li hemû jinan kir ku bên Amarayê û tevli konferansê bibin.
Meclisa Jinên Ciwan a DBP'ê dê di 27-28'ê kanunê li Amarayê 1'emîn Konferanca Jinên Ciwan ên DPB'ê li dar bixin. Endama Meclisa Jinên Ciwan ên DPB'ê Songul Aşila der barê konferansa ku dê li Amara Rihayê pêk bînin de axivî. Aşila diyar kir ku dema mirov li civakê dinêre dinava ciwanan de jinên ciwan bi hevre tevdigerin û pirsgirêkan çareser dikin.
Aşilan da zanîn ku li gorî çavdêriyên wan kirine jinên ciwan di pirsgirêkên giştî de nikarin bigihên çareseriyekî û wiha got: "Ji bo jinên ciwan xwe bi awayekî xweser rêxistin bikin û ji bo jin pirsgirêkên xwe bi hêza xwe ya cewherî çareser bikin me vê meclîsê avakir. Bi vê re jinên ciwan îrada xwe avakir."
'Bi avakirina meclîsan re jin dikare pirsgirêkên xwe çareserbike'
Aşilan bi lêv kir ku civak bi çavê jin nikarin bi axavin, nikarin pirsgirêkan çareserbikin, bê îrade lê dinêre û wiha got: "Jin ji ber pozîsyona ku ji wê re hatiye dayîn ne dikarîn vê fikirê bişikînin. Lê jinan bi saya meclisbûnan êdî dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin û îrada xwe danin holê. Di nava civak û malbatê de jinên ciwan gelek pirsgirêkan jiyan dikin. Jinên ciwan ji ber di nava civakê de bi pirsgirêkên fuhuş û tacîzê re ru bi ru dimînin ber bi întîxarê ve tên rêkirin. Ji ber vê yekê me biryar da ku em meclisên xwe ava bikin."
'Armanca me ewe ku dengê xwe bigînin hemû cîhanê'
Aşilan da zanîn ku dê konferansa wan di axa ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de hatiye dinê dê pêk were, dixwazin soz bidin û wiha axivî: "Li wir tovek hat avêtin û ji bo em wî tovî av bidin û şîn bikin diçin wir. Em ê bi şîara 'Bi jina rêxistinkirî mêtingeriyê têkbibin, pêşeroja azad ava bikin' konferansa xwe li darbixin. Dê jinên ku navê wan di têkoşîna jinan de derbas bûye tevli bibe û divê kesên din jî tevl bibin. Em bang li hemû jinên ku xwedî li îrade û hêza xwe ya cewherî derdikevin werin Amarayê. Divê hemû jinên ciwan ji bo tovê ku hatiye avêtin û têkoşîna jinê bilind bikin li Amarayê bin. Aramanca me ew e ku em bêjin em pêşengên civakê ne û dengê xwe bigihînin hemû cîhanê."
(rt)

