'Têkoşîna azadiya jinan li Rojhilata Navin bilind dibe'

14:27

 


Sarya Gozuoglu / JINHA


AMED - Parêzer Ruşen Seydaoglu Ayyildiz derbarê 5'ê Kanunê Roja Mafê Jinan a Cîhanê de axivî û diya rkir ku têkoşîna jinan carek din li Rojhilata Navîn bilind bûye û wiha got: "Di avakirina netewa demokratîk de divê azadiya jinê esas bê girtin û li gorî wê avakirin bê çêkirin."


Di 5'ê kanuna 1934'an de pişitî ku mafê hilbijarina parlemetiyê ji jinan re hat dayîn û heta niha ev roj weke Roja Mafê Jinan a Cîhanê tê pîrozkirin. Di sala 1934'an û heta niha ji ber zîhniyeta zilam a baviksalarî hêj nûnerên jinan yên li meclisan kêmin. Li gorî welatên Ewropayê her çiqasî ku Tirkiyeyê mafê jinan zu dayibe jî cihgiritna jinan ya di hilbijartinan de Tirkiye di rêza dawî de cih digire.


Derbarê mijrê de Parêzera Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê Ruşen Seydaoglu Ayyildiz axivî. Ruşen da zanîn ku roja jinan a herî girîng  8'ê Adarê ye, 5'ê kanunê jÎ weke roja jinan ya ku di navenda Ewropayê de ku di qadên çand û civakî de mafên xwe bi destxistine.


Ruşen diyar kir ku ew roja mafê jinan girîng dibînin û wiha got: " Dema ku mirov li ruyê Rojhilata Navîn dinêre dibîne ku hêzek weke YPJ li Kobanê berxwedanê bilindike heye. Di esasê xwe de têgeha têkoşîna azadiyê jinan û îdabûna wê ya bihêz li Rojhilata Navîn bilind dibe." Ruşen da zanîn ku ji bo ku ew mafê çand û civakê qezenc bikin û parastina dewleta civakî pêk bê ew zelalin. Ruşen bi lêv kir ku hêza ku civak û civakbûnê pêk bîne dîsa jinin. Ruşen diyar kir ku divê ku di Rojhilata Navîn de ev mafê çandî û civakî ji nûve were nirxandin.


 'Divê têgeha lîberal ji îdeolojiyê bê derxistin'


Ruşen bal kişand ser girîngiya mafê bijartin û hilbijartinê û anî ziman ku ev yek jî mafê îradeya civakiye û wiha axivî: " Ji ber sedema dewletê di civakê de pirsgirêkên ferasetê heye. Em di destpêkê de dixwazin ev feraseta pêşiya jinan asteg ji holê bê rakirin. Gelek qanûn tê çêkirin. Tê îdakirin ku mafê jinan xistine dibin ewlehiyê de lê belê di pratîkê de dîsa zilam mafdar tê dîtin ev yek jî pêşiya wekheviyê digire." Ruşen destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn berxwedana jinan bilind dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Ez bawer dikim ku di înşakirina nû ya civaka demokratîk, netew û pîvanên hiqûqê têgehên mafan ji bîrdoziya lîberal bêderxistin û bi awayekî şoreşgerî mafê jinan esas bên girtin û azadiya jinan pêk bê."


(aw)