Birîndarên Kobanê sewqî edliyê kirin
15:35
JINHA
RIHA - 10 kesên ku li gel 6 birîndarên Kobanê ku li malekê dihatin dermankirin û hatin binçavkirin, sewqî edliya Rihayê hatin kirin
6 birîndarên Kobanê ku qeyda wan di AFAD'ê de hebûn, di 2'ê kanûnê de li gel 3 çavdêr û xwediyê malê Mustafa Çiçek hatibûn binçavkirin. 10 kesên ku zêdeyî 48 saetan di bin çavan de man, sewqî Edliyeya Rihayê hatin kirin. Têkildarî binçavkirin û rewşa birîndarên Kobonê Prz. Sevda Çelîk Ozbîngol, anî ziman ku birîndar bêyî bên dermankirin bi îdîaya "endamên rêxistina çekdar a dijzagonî" hatin binçavkirin. Sevda Çelîk, anî ziman ku li gel mafê bêdengiyê bikar anîn jî dîsa pirsên "Kê li we nerî?" "Kê xwarin da we?" û "Kê hûn anîn vir?" ji wan pirsîne. Sevda Çelîk Ozbingol, anî ziman ku bi sûcdariya "Endamê rêxistina dijzagonî" hatin binçavkirin, lê pirsên bê eleqe ji wan hat pirsîn.
Sevda, destnişan kir ku ji bilî xwediyê malê Mustafa Çiçek û xwendekarî zanîngehê 2 çavdêr û 5 birîndar ji Kobanê ne û yek ji kesên hatine binçavkirin jê 16 salî ye. Sevda Çelîk Ozgîngul, da zanîn ku birîndarekî ji Kurdistana Bakur ji ber agahiya malbata wî tune agahiyên nasmameyê şaş dane û ji ber vê yekê rastî tundiya polîsan hatiuye. Prz. Sevda Çelîk Ozbîngol, anî ziman ku ev pêkanîn li dijî hiqûqê ye Sevda anî ziman ku 10 kes dê îfadeyê bidin Dozgeriya Komarê ya Rihayê.
(rt)
