Li Rihayê ji 4 birîndarên Kobanê re daxwaza girtinê

17:43

 


JINHA


RIHA - Ji kesên di serdagirtina mala birîndarên Kobanê lê dihatin dermankirin de hatin binçavkirin yek jê zarok 5 kes piştî îfadeyên dozgeriyê serbest hatin berdan. 4 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.


Roja borî polîsan bi ser mala 6 birîndarên Kobanê yên qeyda wan li AFAD'ê heyî û bi hewildanên fermî di dîrokên cuda de ji bo dermankirinê hatin de girt û 10 kes binçavkiribûn. Piştî 48 seat şunda 10 kes sewqî Edliyeya Rihayê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê 3 refeqatçî û 2 birîndar serbest hatin berdan, xwediyê malê Mustafa Çîçek û 4 birîndar jî bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" sewqî dadgehê hatin kirin.


(rt)