Ji Delegeya Başûr banga ‘Pêşî li kuştinên jinên êzdî bigirin’
14:32
Hazal PEKER – Hangul OZBEY – JINHA
HEWLÊR – Keça Mîrê Êzdiyan Meyanxan Xerîbeg ku di Konferansa Netewî ya Jinên Kurd de axivî, li hemû jinan, banga ‘li hemberî kuştinên jinên êzdî bêdeng nemînin’ kir.
Di roja duyemîn a 2’yemîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd de, jinan nêrînên xwe yên li ser mijarê vegotin. Delegeya Rojava Henîfe Hebbo diyar kir ku jin dikare di nav civakê de aşitî û azadiyê pêk bîne. Henîfe got “Astengî û tengasiyên herî mezin, em nikarin derbas bikin. Hedefa êrîşan, zanabûna jinê ya din av civakê de ye.”
Keça Mîrê Êzdiyan Meyanxan Xerîbeg a êzdî ji, got “Ez dixwazim bêjim li Şengal û Şêxan jin tên kuştin. Ez dixwazim hûn bernameyên ji bo pêşîgirtina li van kuştinan, bigirin.”
Wêne - Kamera: Hazal PEKER-Hangül OZBEY
(ho/hp)

