‘Ez aşiqê yekî eşqa Kurdistanê di hindirê xwe de di hewand bûm’

10:57

Vildan Atmaca / JINHA

WAN – Murat Keserci (Şervan Delîl) yê ji gundê Akçira yê navçeya Adilcevaz ya Bidlîsê tevlî nava refên PKK’ê bûyî û jiyana xwe ji dest daye. Di heman demê de ji wî gundî ew kesê despêkê ye din ava PKK’ê de jiyana xwe ji dest daye. Hevjîna Şervan Vildan Keserci wiha qala wî dike: “Ez aşiqê mêrek yê eşqa Kurdistanê di hindirê xwe de di hewand bûm. Bi şeşqek wiha eşq jiyan kirin ji bom in şanazî û serbilindiyeke.” Vildana diyar kir ku ew hîna êşa ji ber hevserê xwe bi toren ne sipartiye axê jiyan dike.


Polîtîkaya dewleta Tirkiyê ya salên 1990’an ya îmha û înkarê hîna berdewam dike. Hîna gelek malbatên li peyî hestiyên zarokên xwe digerin hene. Hîna gelek qêrînên li benda bihîstinê ne ne hene. Lê dewleta Tirkiyê hîna kiryaran na darezîne û dawî li van êşan nayîne. Li gundê Akçira yê Navçeya Adilcevaz ya Bidlîsê Murat Keserci bi navê qod Şervan Delîl yê ku nekarî zordariya heyî tehmul bike û di salên 2000’an de beşdarî nava refên PKK’ê dibe. Şervan dem adi nava refên PKK’ê debû di nerek yê li Mûşê derketî de jiyana xwe ji dest da. Hevsera Şervan Vildan Keserci da zanîn ku ew bi heskirin bi hev re zewicîne û wiha hevserê xwe vedibêje: ““Ez aşiqê mêrek yê eşqa Kurdistanê di hindirê xwe de di hewand bûm. Bi şeşqek wiha eşq jiyan kirin ji bom in şanazî û serbilindiyeke. Xwzî ew derfetên min hebana ew alaya ku wî hêlayî min berdewam kiribana.”


Vildan  jiyana hevserê xwe yê ku ji ber tundiya dewletê ya salên 90’î tehmul nekir beşdarî nava refên PKK’ê bû wiha tîne ziman: “Ya herî ez xemgîn kirim û di tevayî jiyana min de ezê ezabê wê bikêşim jî ji ber min hevserê xwe bi torenek ku wî maf kiribû ne sipart axê ye.”



Ew bê xatirxwestin çu…’


Vildana destnîşan kir ku wê û Murat gelek ji hev hes dikirin û bi rêzdarî nêzî hev dibûn. Vildana derbirî ku hevserê wê Murat her dem bi heskirina welatek azad jiyan dikir û wiha domand: “Min dizanî ev heskirina wi ya Kurdistanê di heman demê de heskirina gerilaye. Lê min ne dizanî dê di demak bê wext de bê xatirxwestin biçe. Wê demê çu Erdîşê û carek dinê ne vegeriye. Bêyî ku j imin xatirbixwaze çu. Bawerbikin   ez biç una wî xemgîn nebûm. Berevajî ez serbilind bûm. Di dilê wî de cîh girtin, bûyîna şahidê heskirina wi ya Kurdistanê ji bom in serbilindiyeke.”


‘Me navê wiyê qod li zarokê xwe kir’


Vildan anî ziman ku dema hevserê wê Murat tevlî nava refên PKK’ê bûye wê demê du zarokên wan yek 2 salî û yek jî 4 salî hebûn. Vildana bilêv kir ku piştî hevserê wê çuye paşê bi telefonê li gel wan axiviye û wiha berdewam dike: “Dema kum in dengê Murat guhdar kir şanaziyek nayê gotin ser min serwerbû. Wê demê hevserê min ji bom in got: ‘Tu di derbarê çuna min de çî difikirê.’ Min jî got: ‘Tu qehremanekê, bila çavên te li peyî te de nemîne. Ya giring tu û tekoşîna mene.’ Deh rojan piştî dema telekon kirî di şerekê de jiyana xwe ji dest da.”


‘Ew şehîdê gundê mey ê yekem bû’
Vildana da zanîn ku hevserê wê şehîdê yekem yê gundê Akçira yê navçeya Adilcewaz yê Bidlîsêye. Vildan destnîşan kir ku ji ber dema cenazeyê wê aniyin gund di bin tundiya  leşkeran de anîne û wiha dom kir: “Tehmula dewletê ji cenaze û nirxên mere nîne. Tenê kesekê nimêja cenazeyê hevserê min kir.”


‘Divê em li tekoşîna ciwanên kurdan xwedî derkevin’


Niha zarokên Vildan 16 û 18 salî ne. Vildan bi zarokên  xwe ve li gel mala xezurê xwe dimîne. Vildan bilêv kir ku ji ber xwendina zarokên xwe ew hatiye Erdîşê û li wê di aliyê aborî de zoriyê dikêşe. Vildan derbirî ku wê dixwest di aliyê siyasî de din ava partiyê de cîh bigire lê ji ber derfetên wê yên aboriyê destnade wê nekariye cîh bigire. Vildan di dawiyê de destnîşan kir ku divê li tekoşîna Murat û ciwanên weke wi ya li hember tunebûn û îmhayê xwedî bê derketin.

(zt)