Li konbajaran malên pêlîstok ên xeyalên zarokan
11:01
JINHA
RIHA - Zarokên Kobanê yên ku xeyalên wan ji kon bajar derbas kirine hesret û daxwazên xwe bi lîstîkên dilîzîn ve nîşan didin. Zarok di şevên sar ên zivistanê de li konan ji qarton û keviran xaniyên xwe yênli pey xwe hiştine înşa dikin.
Ji Kobanê piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê herî zêde zarok û kal pîr mecbur man ji axa xwe derkevin û koçber bibin. Niha li Pirsûsê hemû tiştên xwe li pey xwe hiştine û li konbajaran jiyana xwe didomînin. Zarok hesret û bîranînên xwe bi lîstîkên xwe ve nîşan didin, jinan jî êşa şer bi xemgîniya xwe ve anîn.
Ligel hemû tiştan rûyên wan dikene
Zarokên li konbajaran dimînin daxwaz û hesreta xwe bi lîstikên ku dilîzîn ve nîşan didin, di şevên sar ên zivistanê de bi hesreta maleke germ a lê bijîn li konan bi qartonan û keviran xaniyan çêdikin.
'Me mala wekî dişibe mala me çêkir'
Zarok li konbajaran di qadeke ji çend metreyan pêk tê bimînin jî cihana wan a xeyalan ji wê wêdetir e. Li ser pirsa "we çima xanî çêkir" zarokê bi navê Bawer ê 10 salî û Rûgeş ê 6 salî bi ken dibêjin ku wan maleke dişibe mala wan a li Kobanê çêkirine û dixwazin vegerin mala xwe. Zarokên ku travmaya giran a şer dijîn ligel hemû tiştan bi rûyê xwe yên ken nîşana serkeftinê dikin û hemû kesên tên konbajaran wekî kesên dê wan bibin Kobanê dibînin.
(zt)

