Cihê wan goristan hêviya wan azadî
11:39
JINHA
RIHA - Malbata Muslim a 8 zarokên wan hene û ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man malên xwe terk bikin, li bereqeyeke nêzî gundê goristina gundê Miseynterê têkoşînê jiyanê didin, gotin ku ew ê sînorê Kobanê terk nekin û vegerin malên xwe.
Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man koç bikin, di bin şert û mercên zehmet de têkoşîna jiyanê didin û li benda roja azadiya Kobanê ne. Malbata Muslim a 8 zarokên wan hene, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin gundê Miseynter a Pirsûsê.
Malbata Abdullah Muslim li bereqeyeke nêzî goristina gund bi cih bûn. Li bereqeyê elektîrîk nîne û malbat bi derfetên kêm di bereqeyê cihekî wek mutbexê çêkirin. Abdullah Muslim da zanîn ku di demên şiliyê de av ji ser xênî diherike hundir û heta vegera Kobanê ew ê li vir bimînin.
‘Yekane armanca me azadıya kobanê ye’
Abdullah Muslim diyar kir ku ji bilî şêniyên gundê Miseynterê û Komeleya Piştevaniya Rojava ji kesekî din alîkarî negirtine û ew zehmetiya sotemenî û xurekê dikişînin. Abdullah da zanîn ku li gel hemû zor û zehmetiyan dixwazin, demildest vegerin Kobanê û got: "Em tiştekî ji kesî naxwazin. Înşalah wê YPG di demek kurt de Kobanê rizgar bike û em jî vegerin malên xwe. Ji bilî vê em tiştekî naxwazin."
(rt/zt)

