Rojnameger Kawa Germiyanî ser gora xwe hat bîranîn

12:01

 


JINHA


SILÊMANÎ - Salek li ser qetilkirina rojnamevan Kawa Germiyanî re derbas bû. Îro Kawa Germiyanî ji aliyê dost, hempîşe û malbata xwe ve li ser gora xwe hat bîranîn.


Hêjmarek nûnerên aliyên siyasî, rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr û hevalên Kawa Germiyanî tevlî merasîma bîranîna wî bûn. Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di merasîmê de gotara hevalên Kawa Germiyanî ji aliyê Aram Îram ve hat xwendin. Rojnamevan Ehmed Mîre gotarek pêşkêş kir. Herwiha gotara ragihandina Partiya Şûî ya Kurdistanê û gotarek ji bo bîranîna Kawa Germiyanî ji aliyê Dilêr Kerîm ve hat xwendin. Nesredîn helbestek li ser Kawa Germiyanî xwend.  Birayê Kawa Germiyanî, Karzan Ehmed gotara malbata Kawa Germiyanî xwend û bi vî awayî merasîm li ser goristanê bi dawî bû.


Tê payîn ku dê li pêşiya asayîşa Germiyan çalakiyekî nerazîbûnê li hemberî bêdengiya asayîşê ya li hemberî girtina kujerê serekî yê rojnamevan Kawa Germiyanî bê lidarxistin. Rojnamevan Kawa Germiyanî şeva 05.06.2013’an ji malê hatibû girtin û qetilkirin. Îro salek li ser qetilkirina Germiyanî re derbas dibe.


(zt)