‘Em çiqas pêşbikevin emê ew qas jî ser bikevin’

12:22

 


Zinarîn Aydîn/JINHA


QAMIŞLO - Li Akademiya Nûrî Dêrsimî, dewreyeke perwerdê ya jinên meclisa yekîtiya star hat destpêkirin. Bi navê dewreya Ş. Şîlan 22 jin tevlî  perwerdê bûn. Di despêka perwerdê de  Endama Rêvebiriya Komîteya Perwerdê ya Yekîtiya Star Tekoşîn Mazlûm girêdayî kesayeta Şîlan Kobanê axivî. Jinên ku tevlî perwerdê jî bûn nêrînên xwe di aliyê sedema beşdarbûna perwerdê de vegotin.


Li Akademiya Nûrî Dêrsimi ya bajarê Qamişlo dewreyeke perwerdê ya jinên meclisa Yekîtiya Star a bajêr hat destpêkirin. Vekirina perwerdê di saat 8'ê sibê de destpê kir. Li ser giringiya perwerdê û kesayeta Şîlan Kobanê Tekoşîn Mazlûm axivî. Jinan jî nêrînên xwe di derbarê giringiya perwerdê de anîn ziman. Perwerde li gorî bernameyeke ku rojane pêk bê hatiye amedekirin. Jin bi coş û kelecan dest bi perwerdê dikin û ev yek di nerînên wan de jî xwe dida der.


'Em çiqas xwe pêşbixînin ewqas dikarin xwe biparêzin'


Jina bi navê Zuhriya Receb diyar kir ku ji ber Rêxistina Yekîtiya Star, derfetê perwerdê daye wan ew gelek şanazin û dê bi dilxwazî beşdarî perwerdê bibin. Jina bi navê Fatma Alî jî got ku pêvajoyek zehmet ser gelê rojava û tayîbetî jî jinên rojava de hatiye û wiha berdewam kir: "Ger em jin xwe zane nekin emê nikaribin tekoşînek rêxistinkirî  jî bikin. Ji lewma perwerde ji bo me pir giringe. Çi li hemberî êrîşên dijmin be, çi jî li hemberî feraseta mêr ya desthilatdar di hindirê civakê de be, weke jin em çiqas xwe pêşbixînin ewqas em dikarin xwe biparêzin û bi serbikevin. Emê bi dilsoziya xwe hemû enerjiya xwe bidin perwerdê ku em hîn baştir ji bo doza azadiya jin û gelê kurd xebat bikin."


'Wê perwerde me bibe serkeftinê'


Jina bi navê Terfa Xalid balkişand ser ne giringbûyîna temen ji bo perwerdê û got ku ji bo pêşketina mirov temen ne giringe û weha domand: "Mirov dikare di her temenekê de jî xwe perwerde bike, xwe pêş bixe û xwedî rol be di nava civakê de. Jina ku temenê xwe mezine tê wetaya ku xwedî tecrûbeyeke ya jiyanê ye û ev tecrûbeyên xwe, bi riya perwerdê dema ku derxe zanebûnê û dahurîne, dikare hîn baştir civakê bi rêve bive." Jina bi navê Rebîya Zilfo jî weha axivî: "Îro li hemberî azadiya gelê kurd ne tenê DAIŞ, di heman demê de gelek hêzên ku naxwazin kurd azad bivin hene. Di heman demê de sistemeke desthilatdar ya cîhanî li hemberî azadiya jin jî heye. Rêber APO got ku şoreşa azadiyê bi şoreşa jinê re destpêdike. Perwerde ji bo jinê ji haft salî heya haftê salî pêwîste. Em bi baweriya ku wê perwerde me bive ber bi serkeftinê û xebateke bi moral tevlî vê perwerdê dibin."


'Şîlan mînaka jina ku xwe bi perwerdê ava kiriye'


Sê jinên ciwan yê ku ciyê xwe di nava meclisa jinan de digrin û ji bo perwerdê hatibûn jî axivîn. Jina bi navê Biyoka Mihemed destnîşan kir ku perwerde ji bo jinê gelekî başe û got ku ne bi jinê be azadiya civakê jî çênabe. Jina bi navê Hêvî Mihemed jî got ku jin bi hezarên sala hatiye bindestkirin û wiha domand:"Em çiqas perwerde dibin ewqas dîroka xwe nasdikin, bi qasî ku em rastiya desthilatdariyê famdikin ewqas hêza jin jî dibînin û hêviyê me ewe ku, tevayî jin xwe bi perwerde bikin û dîroka xwe nas bikin. Weke ku Rêber APO jî gotiye: 'Azadî bi fikir re destpê dike.' " Jina bi navê Selma Ahmed jî weha axivî: “Dewreya me bi navê Ş. Şîlane, ez dixwazim bi mînaka kesayeta Şîlan xwe ava bikim. Weke wê tekoşer, weke wê wêrek û weke wê azad bim. Şîlan mînaka jina ku xwe bi perwerdê ava kiriye."


(za/zt)