Berxwedan di roja 82'emîn de hat silav kirin

12:29

 


JINHA


RIHA - Di roja 82'emîn de berxwedana Kobanê,berdewam dike. Walatiyên di çalakiya nobetê de li gundê Mehserê,bi avakirina zincîra mirovan berxwedana şervanê YPG û YPJ'ê silav kirin.


Berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê li hember dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Kobanê di roja 82'de didome. Ji bo berxwedana Kobanê bi sedan walatiyên ku di çalakiya nobetê dene, ya gondê Mehserê dimînin, îro jî destê hev girtin û berxwedanê silav kirin. Bi rojane welatiyên ku li gondê Mehser û Mîseynter tevlî  nobeta berxwedanê dibin,piştî paqijiya hewirdor ya sibê,berê xwe dan Kobanê.


Girseyê bo kesên ku jiyana xwe li Kobanê ji dest dane deqeye rêz girtin û bê navber dûrişmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Silav silav ji Kobanê re hezar silav", "Bijî Serok Apo" berz kirin û ji bo berxwedana destanî berê xwe dan Kobanê û berxwedan silav kirin. Her wiha girseyê ji bo nimêja înê li mizgefta Mehserê ref girêdan.


(rt/zt)