Gelo birîndar ji bo ser êrîşa 29'ê mijdarê bigirin hatin girtin?

13:04

 


JINHA


RIHA - Parêzer Bekîr Benek der barê girtina jê giran 4 birîndaranên Kobanê yen encama sedagirtinê malê hatin girtin de nirxandina "nehiqûqî ye, siyasî ye" kir û wiha got: "Divê du birîndar bi lezgînî bên emeliyatkirin. Bi vî rengî şandina wan a girtîgehê şandina mirinê ye. Heke sûcek hebe serokwezîr û Wezîrê Dadê şirîkê vî sûcî ye. Girtin têkîldarî guhertina rojeva hevkariya Tirkiye û DAIŞ'ê ye."


Li Rihayê di serdegirtina malê de 6 birîndarên ji Kobanê hatine û 3 welatiyên li wan mêze dikirin û xwediyê malê hatibûn binçavkirin. Divê birîndarên bi wesayîta serwîsa lezgîn a 112'yê anîn Rihayê û di qeydên AFAD'ê de navên wan hebû bihatana dermankirin lê dermanên ku bi kar tînin û kursiya bi teker jî wekî sûc hatin dîtin. Birîndarên ji Kobanê hatine 48 saetan di bin çavan de hatin girtin û ji wan 4 kes û xwediyê malê Mustafa Çîçek bi hinceta "endamê rêxistinê ne" hatin girtin. Parêzer Bekîr Benek diyar kir ku ji birîndaran rewşa 2 kesan giran e û divê bên emeleyatkirin ji ber vê yekê jî şert û mercên girtîgehê dê bibe xetere.


Bekîr anî ziman ku AKP piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya di 29'ê mijdarê de ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê li dijî Kobanê û êrîşa ji TMO'yê ev operasyon pêk aniye û ji bo guhertina rojevê ev yek kiriye. Bekîr ev tişt anî ziman: "Ev wekî operasyonên KCK'ê siyasî ne. Nehiqûqî ye û delîlek jî nîn e. armanc ew e ku êrîşa ku DAIŞ'ê axa Tirkiyeyê bi kar anî û kir ji rojevê bixe û balê bikêşe li aliyê din. Operesyoneke ku li dijî ruhê piştevaniyê ya gelê kurd a ji bo xwîşk û birayên xwe dike ye.


'Hemû Riha vî sûcî dike'


Bekîr got ku tu sucê xwediyê malê jî nîn e û wiha berdewam kir: "Heke birayên xwe yên ji Kobanê li mala xwe hewandin sûc be hemû gelê Rihayê vî sûcî dike. Ji ber ku bi sed hezaran welatiyên Kobanê bi alîkariya gelê Pirsûs û Rihayê li vir dimînin. Tişta ku li vir tê armanckirin ji bo jiholêrakirina ruhê piştevaniyê ye."


Serokwezîr Ahmet Davutoglu rojên borî dema hatî Riha ziyaret kir bi Kobaniyan re hatibû cem hev û ji wan re gotibû, "Ev der mala we ye. Tirkiye mala we ye" Benek balkişand ser van gotinan û wiha got: "Kesên hatin girtin bi riyên dijzagonî nehatin. Di AFAD'ê de qeydên wan hene û bi ambulansên dewletê anîn û li nexweşxaneyên dewletê hatin dermankirin. Heke ev hemû sûc bin di serî de hikûmeta AKP'ê û Davutoglu yê ku ji Kobaniyan re got hûn li mala xwe ne û Wezîrê Tenduristiyê diçe."


Bekîr wiha axaftina xwe berdewam kir: "Di bingeha bûyerê de îbareya birîndarên bi riyên dijzagonî anîn nexweşxaneyê piştî hatin dermankirin ji bo neyên girtin birin ciheke taybet heye. Ji ber birîndarbûn û dermankirina wan berdewam bike piştî taburcu bûn ji bo dermankirina wan bidome li malê man û dermankirina wan berdewam kir. Em hikûmeta AKP'ê û alîgirên wê yên herêmê vedihewînin vê piştevaniya mirovahiyê. Divê dest ji van operasyonên wisa bêhiqûqî û zagonî berdin. Ev bi wesayîtên fermî yên dewletê hatin û heke li wê malê mayîn sûc be Serokwezîr û Wezîrê Tenduristiyê jî hevkarê wî sûcî ne. Çi çêbû we biryara binçavkirinê û girtînê da. Piştî daxuyaniya Davutoglu operasyoneke rojane ye. Di vê mijdarê de serokwezîr samîmî nîn e."


'Şandina girtîgehê şandina mirinê ye'


Bekîr anî ziman ku ji Kobaniyên hatin girtin divê du bên emeliyetkirin û wiha axivî: "Ji du kesan re dîroka emeliyetê hatiye dayîn. Divê roja çarşemê hatiban emeliyetakirin lê dem derbas bû û di heman demê de divê rojane bên pasumankirin. Şandina girtîgehê tê wateya mirinê. Ji bo dermankirina birîndaran bê kirin divê serbest bên berdan."


'Li dijî ruhê aştiyê ye'


Bekîr da zanîn ku operasyon û girtina birîndaran li dijî rihê pêvjaoya çareseriyê ye û wiha pê de çû: "Qaşo pêvajoya aştiyê didin meşandin û lê ev yekê di aliyê hiqûqê de înfaz bêdadî ye. Wisa birîndar girtin li dijî mafên mirovan e. Li dijî rihê pêvajoya çareseriyê ye. Divê hikûmeta AKP'ê li gorî rihê pêvajoya aştiyê tevbigere û em demildest dixwazin kesên birîndar serbest bên berdan."


5 kesên hatin girtin di çarçoveya madeyê 314/2 ê TCK'ê de bên darziandin. Di vê çarçoveyê de ji Kobaniyên hatin girtin re 7 sal û nîv heya 15 salan ceza tê xwestin. Bekîr bilêv kir ku ew dê serî li dadgeheke jor bidin.


(rt/zt)