Dozger cezayê muebetê da Civaknas Pınar Selek
13:50
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Civaknas Pinar Selek ya ku ji doza Bazara Misirê tê darezandin di derbarê dozê de dozger cezayê muebetê jê re xwest.
Di derbarê Civaknas Pinar Selek ya ku ji doza Bazara Misirê tê darezandin de cardin dozê despêkir û di dozê de dozger cezayê muebetê dixwaze. Doza Pinar li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê hat dîtin. Di dozê de berê sê caran berat hatiye dayîn. Dozger di derbarê dozê de wiha dixwaze: “Ew weke endamek rêxistina terorêye. Wê li Bazara Misirê bombe bi cîh kiriye û teqîna wê bûye sedema mirina 7 kesan û birîndariya 127 kesan. Ji ber dixwaze welat û dewletê ji hev bike ew hatiye cezakirin.”
Ji bo biriyar dayînê doz taloqî 19’ê berfanbarê hat kirin.
Endamên Platforma Hîna Em Şahidin bi boneya alîkarî dayîna Civaknas Pinar Selek li ber Adliyeya Çaglayan daxuyanî dan çapemeniyê.
(zt)

