'Dawiya berxwedanê serketine'
14:49
JINHA
RIHA - Mihemmed Hecî Elî yê 70 salî, ku li wargeha ji konan dimîne, bi şev nikara rakeve. Elî di berbanga sibehê de dikeve ser rê û heta roj diçe ava, li ser sînor li evîna xwe bajarê xwe temaşe dikeMihemmed dibêje, "Em li vir birçî bimînin jî, heta Kobanê nekeve, em ê têk neçin" destnîşan dike ku her bombeya tê avêtin mîna di dilê wî de diteqe.
Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man koçî Pirsûsê bikin, hesreta xwe ya li jiyana xwe, bi hatina ser sînor derbas dike. Yekji sivîlên bi êrîşa çekên giran ên DAIŞ'ê re ji aliyê hêzên YPG û YPJ'ê ve ji Kobanê hat derxistin Mihemmed Hecî Elî yê 70 salî ye, ku dibêje 'Ji bo nebe belayê serê YPG'yiyan' hatiye li Wargeha ji Konan a Rojava bicih bûye. Hecî Elî yê xew nakeve çavan, serê sibehê radibe bi du hevalên xwe yên ji heman temenî, diçe ser sînor Mihemmed diçe gundên Mehser û Miseynterê û bi saetan, li bajarê xwe temaşe dike.
'xwezî mın şer bıkıra'
Mihemmed ku gelek caran li ser sînor şahidiyê ji pevçûn û bombebarana DAIŞ'ê re kiriye, dema behsa Kobanê de rondik ji çavan dibarin û gotina "Her tombeya diqete mîna di dilê min de diqete" ji nav lêvên wî dertê. Mihemmed yê dixwaze vegere Kobanê got, "Em li vir birçî bimînin jî, em bê stargeh bimînin jî, ne xem e. Me mala xwe, sewalên xwe, zarokên xwe winda kir. Lê belê heta ku em Kobanê winda nekin, em têk naçin." Mihemmed wiha dewam kir; "Şer bisekine jî nesekine jî ez ê biçim Kobanê bibînim. Ji bo nebim bela ji Kobanê hatim Pirsûsê. Xwezî min jî rahiştibûya kleşê û şer bikira."
'dema dengê çekan dıbıhîzım nıkarım xwe rabıgırım'
Mihemmed got, "Em li Kobanê ne dewlemend bûn, lê ne dîlgirtî jî bûn. Pirsûs xaka me ye, lê em dixwazin biçin cihê em jê ne. Kobanê carna dikeve bin mij û dûmanê. Hingî ez nizanim ku ez ê çi bikim. Kul û derdek dikeve nava dilê min. Xwezî bi tenê mij bûya, gelek caran dengê çek û bombeyan tê. Dema vî dengî dibihîzim dîn dibim, lê dîsa jî dikim nakim nikarim neyê ser sînor. Dixwazim biçim, lê her carê pirsgirêk derdikeve. Li benda wê roja ku roj bi ser Kobanê de hilê. Em ji YPJ û YPG'ê piştrast in. Dawiya berxwedanê wê serketin be. Em ê bi ser bikevin. Em ê li xaka ku me qezenç kirine yekser vegerin."
(rt/zt)

