Panzer li motosîkletê qelibî û piştre ciwanê ket erdê perçiqand
17:16
JINHA
RIHA - Hate hînbûn ku nasnameya ciwanê li sînor panzera leşkerî perçiqandî Eso Salîh Xeîllo ye. Hat ragihandin ku rewşa Eso yê li ambulansê siwar nekirin û piştî du seat şunda bi wesayîta leşkeriyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê giran e. Şahidên bûyerê diyar kirin ku Eso li herêma navberê bi motosîkletê ji bo xwarinê bigire sînor derbas kir û ewil wesayîta leşkeran li motosîkletê qelibî û pişt re ciwanê ket erdê bi zanebûn perçiqandin.
Ciwanê bi navê Eso Salîh Xîllo (25) ê ku ji gundê Kof û ji roja çeteyên DAIŞ'ê êrîş li Kobanê kir li herêma navbera sînorê Kobanê û Pirsûsê ya li hemberî herêma Tilşeîrê li ber wesayîta xwe sekinîbû. Dema bi motosîkîletê ji sînor derbas bû panzeran leşkeran berdayê û qewitand. Piştî demek şunda panzer li motosîkletê qelîbî û Eso ket erdê. Pişt re leşkeran wesayîta zirxî bi ser Eso re ajot û ew perçiqand. Piştî Eso nivseatê li cihê bûyerê ma li cihê bi ambulansê siwar bikin li wesayîta leşkerî siwar kirin. Ligel di navbera Pirsûs û herêma bûyerê lê qewimî de 15 deqebûn Eso nêzî 2 seat şûnde anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û hate zanîn ku rewşa Eso giran e. Piştî bûyer hat bihîstin malbata Eso ya li konbajar dimîne hatin nexweşxaneyê.
Ji şahidên bûyerê Celal Bozan diyar kir ku dema ji bo berê xwe bide wesayîta xwe ya li herêma navberê bû şahidê bûyerê. Celal anî ziman ku leşkeran bi zanebûn Eso yê ketî erdê perçiqandine û wiha got: "Ji bo ku çete nedizin gelek kes li herêma navberê li cem wesayîtan disekinin û leşker xwarinê nadin van kesan. Em bi Eso re bi telefonê axivîn. Ji bo xwarinê bigire bi motosîkletê sînor derbas kir. Me bi çavê xwe dît ewil panzerê li motosîletê da û pişt re bi zanebûn Eso yê ketî erdî perçiqandin."
Welatiyê bi navê Eso yê ji Kobanê jî gotinên Celal piştrast kirin û anî ziman ku leşkeran bi zanebûn Eso perçiqandine.
(zt)
