Ji jinan ji bo Wanda Dîgîtal'ê bertekên tund
17:35
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Ajansa reklaman ya Wanda Dîgîtal ê, ji ber di hesabê xwe yê twîtterê de ji bo 5'ê Kanûnê roja Mafê Jin ya Cîhanê de parkirinên zayendî kirine raya giştî rakir ser piyan.
Ajansa reklaman ya Wanda Dîgîtal ê, ji bo 5'ê Kanûnê roja Mafê jin ya Cîhanê li ser navnîşana xwe ya twîtterê mijarên balkêş parkiribûn. Di dîtinekê de, kompozîsyonek derp ji serê xwe xwarî, bê rih li ser nivînek sipî dirêjkirî û li gel vê yekê jî, qaşo dixweze balê bikşîne ser tûndiya ser jinan, bi parkirina "Te nefes girt bese" raya giştî rakir ser piyan.
Piştî bertekê raya giştî, ajans di derbarê mijarê de tû daxûyanî neda û rakirina tiştên ku hatine parkirin balê dikşîne.
(rt/zt)

