Li Soranê jinek ciwan agir berda bedena xwe

20:19

 


JINHA


HEWLÊR - Li navçeya Soran a Hewlêrê jinek ciwan ya 25 salî agir berda bedena xwe. Jina ciwan rakirin Beşa Lezgîn ya Nexweşxaneya Soran. Paşê jî  ji ber ji sedî 60’ê laşê wê şewitiye, ew sewqî  Nexweşxaneya Hewlêrê kir. 


Li navçeya Soran ya bajarê Hewlêrê yê Herêmal Federala Kurdistanê jina ciwan ya 25 salî agir berda bedena xwe. Piştî derdor bi bûyerê hesiya ew bil ez gihandin Beşa Lezgîn ya Nexweşxaneya Soranê. Lê ji ber ji sedî 60 laşê wê şewitiye bijîşkan ew sewqî Nexweşxaneya Hewlêrê kir.


Heya niha di derbarê bûyerê û sedema xwe şewitan dina jina ciwan de tu agahî nehatine bidestxistin.


(zt)