Ji Stenbolê heya Kobanê 'Pira xwişkan'

09:20

 


Dilan Karamanoglu/JINHA


STENBOL – Mala Piştevaniya Jinan Gulsuyu-Gulensu ya Stenbolê dest bi kampanyeya alîkariyê ya bi navê ‘Pira xwişkan’ kirine. Jin li taxan, cihên kar û malên xwe bi boneya piştevaniya jinên din ava şer de û parastina wan ji sermê dest bi çêkirina kincên zivistanê yên weke fayîke, patîk û gelek tuştên bi dest tên çêkirin kirine.


 Bi boneya piştevaniya bi jin û zarokên Kobanê re despêkê piştevanî ji aliyê Mala Piştevaniya Jinan ya Esenyali ve hat despêkirin û paşê jî Mala Piştevaniya Jinan Gulsuyu-Gulensu ya Stenbolê jî beşdarî piştevaniyê bû. Piştevaniya jinan bi navê “Pira xwişkan” mezin debe û rastî eleqeyek mezin tê. Kampanyeya k udi 7’ê Mijdarê de despêkiriye li taxan cihên kar û nava malan jin ji bo zivistanê kincên bi destan çêdikin û ji bo jinên din ava şer de dişînin. Ji Desteya Rêveberiya Mala Piştevaniya Jinan ya Gulsuyu -Gulensu ya li taxa Gulsuyu ya navçeya Maltepe ya Stenbolê Gulten Uzum diyar kir ku ji bo ew bikarin destê xwe dirêjî jin û zarokên Kobanê bikin, wan hîs bikin, din ava xwe û wan de pirekê bidin çêkirin dest bi xebatek wiha kirine.


Ji aliyê Rojava de ji bo Kobanê pira xwişkitiyê


Gulten bilêv kir ku wan di 7’ê mijdarê de dest bi kampanyeya xwe kirine û wiha got: “Em fikirîn ku çawan jinên vê derê bi yên Kobanê re bikin yek û çawan jinan bi hev bidin hîs kirin û li ser vî bingehî me dest bi kampanyayek wiha kir. Ji bo ku em hîn zêdetir jinên Kobanê hîsbikin, bikarin destê xwe dirêjî jin û zarokên li wê bikin me dest bi vê xebatê kiriye. Me bi endamên xwe yên nava komeleyê û jinên taxê yên tên komeleyê dest bi kar kir. Kî çî ji destê wan tên dikin.”


'Kobanê sembola berxwedana jinane'


Ji rêveberiya heman komeleyê Ebru Unal jî nirxandin ser jinên li Kobanê di çeperan de berxwedanê dikin kir û wiha got: “Bi rastî jî di şerê Kobanê de jinan di çeperên pêş de cîh girt. Kobanê bûye sembola berxwedana jinan. Jinan weke hêzek rêxistinî li Kobanê çek girtine, nirxên xwe û welatê xwe di patêzin. Li Kobanê di şer û berxwedanê de pêşengiya jinan ji bom e gelek giringe. Ji ber wê jî me piştevaniya jinên Kobanê giring dît û me xwest ji bo piştevaniya wan tuştekê bikin.”


(zt)