Ji bo mamostayên İzmir ê gefa Kobanê!

09:50

 


Handan Tufan / JINHA


İZMİR – Midurê Perwerda Milli ya navçeya Balçova yê Omer Baydemir mamostayên Egitim – Sen ê yên beşdarî çalakiyên Kobanê bûne bi awayê ‘Dê mamostayên beşdarî çalakiyên ji bo Kobanê bûne bên ceza kirin. Yên beşdarî wan çalakiyan bûne terorîstin’ tehdîd kir. Seroka Şaxa Egitim-Sena 6 Nolu ya Îzmîrê Îdil Ugurlu jî got: “Heger helwesta midurê dibistanê berdewam bike dê serlêdana suc bikin.”


Midurê Perwerda Milli ya navçeya Balçova yê Omer Baydemir mamostayên Egitim – Sen ê weke Egitim –Bir- Sen mexdur kir. Gotinên ku Midurê Perwerda Milli ya navçeyê gotinên ku ji bo mamostayên di çalakiyên Kobanê de cîh girtîn kirine di rojevê de jî cîh giritin. Nêzîkatiya midur ya li mamostayên Egitim – Senê Seroka Şaxa Egitim-Sena 6 Nolu ya Îzmîrê Îdil Ugurlu vegot. Îdil di 6-7’ê cotmehê de ji aliyê Navenda Giştiya Egitim-Sen ê ve bo pişevaniya Kobanê biryara çalakiyan girtinê bibîr xist. Roja ku biriyara çalakiyan hatî girtin çuyîna Midurê Perwerda Milli ya navçeya Balçova yê Omer Baydemir ya Liseya Anadol ê ya Balçova yê û tehdîd kirina mamosyatên Egitim –Senê jî balkêş bû.


Ji bo mamostayan gefa Kobanê


Îdil got ku Omer bi gotinên weke “Dê mamostayên beşdarî çalakiyên ji bo Kobanê bûne bên ceza kirin. Yên beşdarî wan çalakiyan bûne terorîstin” mamosta tehdîd kirine û wiha domand: “Di dibistanê de rewş aloz kiriye. Em ji ber van nêzîkatiyan gelek zoriyan dijîn. Lê dema kum e ev yek bi wî bi xwe re jî parkir, em rastî gotinên weke ‘Ez amirim, ezê mamostayên xwe şiyar bikim’ hatin.”


‘Heger berdewam bike emê serlêdana suc bikin’


Îdil anî ziman ku wan carekedinê jî Omer şiyar kirine. Îdil da zanîn ku divê mirovek yê dewletparêz ne berpirsê sendîkayekê be. Îdil bilêv kir ku dê rojekê edalet cihê xwe bîne û her kes lig ora dadgeha rast bê darezandin. Îdil destnîşan kir ku heger ev nêzîkatî berdewam bikin dê serlêdana suc bikin.


 (zt)