Berxwedan astengiyan nasnake

10:42

 


JINHA


RIHA - Welatiyê Kobanê Ferhan Hemî ji bo bajarê xwe ji çeteyên DAIŞ'ê biparêzer xwest şer bike lê ji ber astengdar bû di kursiya bi teker de bû ji aliyê hevalên wî ve anîn Pirsûsê. Ferhan ligel astengdariyê û kursiya bi teker li xeta sînor tevlî nobeta berxwedanê bûn û sînor terk nake.


Çîroka welatiyê Kobanê Ferhan Hemî nîşaneya berxwedana dîrokî ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li Kobanê ye. Ferhan Hemî (25) dema hat dinê ji ber her du piyên wî negirtin û neçar ma jiyana xwe li ser kursiya biteker derbas bike. Ferhan dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê dest pê kirin çû çeper û li hemberî çeteyên DAIŞ'ê xwest şer bike. Lê ji ber Ferhan di kursiya bi teker de bû derfetên wî yên şer bikin tunebû û ji aliyê hevalên wî ve ew şandin Pirsûsê. Ferhan nêzî 2 meh in li Pirsûsê ye û ji bo piştgiriyê bide berxwedana hevalên xwe yên li Kobanê bi kursiya xwe ya teker li gundê Mehserê tevlî çalakiya nobeta berxwedanê bû.


Her tim diçe sînor


Ferhan her roj bi alikariya hevalên xwe ji Pirsûsê bi wesayîtê tê gundê Mehserê û sînor terk nake. Tişta herî zêde Hemî dixwaze tendûrîstiya wî başbûn e û wiha got: "Ez dixwazim bajarê min Kobanê azad bibe û ez vegerim bajarê xwe." Ferhan anî ziman ku divê hemû kes ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê bên sînor û wiha axivî: "Ji destê me ev yek tê. Ez bi tevlîbûna çalakiyên sînor dibin û dixwazin piştgiriyê bidim berxwedanê. Divê hemû kes li vir be û ji bo azadiya Kobanê tevlî berxwedanê bibin."


'Em ê vegerin mala xwe'


Ferhan bang li welatiyên Kobanê yên piştî êrîşên çeteyên Kobanê koçberbûn kir û da zanîn ku divê welatiyên Kobanê jî xeta sînor terk nekin û azadiya Kobanê nêz e û ji ber vê yekê divê koçberî bajarên din nebin û wiha pê de çû: "Mala me Kobanê ye. Stenbol, Îzmîr û Mêrsîn nîn e. Em dê vegerin mala xwe. Bila tu kes jî mala xwe veneqete."


(rt/zt)